Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin 2022-06-16 16:38:18   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo ku girtiyên siyasî ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser change.org’ê bi ser navê “Cihêkariya Hevdîtina Bi Dîmen a li Girtîhan li Dijî Girtiyên Siyasî tê Kirin!” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Di sedema kampanyayê de hat gotin ku li gorî xala 74’emîn a Rêziknameya Tevdîrên Rêveberî, Ceza û Ewlekariyê ya Saziyên Înfazkirina Cezayan girtî dikarin bidîmen gel malbatên xwe biaxivin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Di beşa G a rêziknameyê de tê gotin ku girtî dikarin hefteyê 30 deqeyan bi malbatên xwe re bidîmen û li ser telefonê biaxivin. Di beşa Ğ’yê de jî tê gotin ku endamên rêxistinên teror û rêxistinên sûc tenê dikarin li gorî biryara lijneya rêveberî û çavdêriyê ji vî mafî sûd bigirin. Tenê girtiyên edlî ji vî mafî sûd digirin. Ji ber ku girtî li girtîgehên dûr dimînin, malbatên wan nikarin biçin serdanê. Lê heke ji vî mafî sûd bigirin, qet nebe belkî hinek jî be rehet bibin. Mixabin mafê axaftinê jî ji 20 deqeyan daxistine 10 deqeyan. Gelek girtîgehan bi sedema ku dê bikarin hevdîtina bidîmen bikin pere ji girtiyan standine lê nehiştin ji vî mafê xwe sûd bigirin. Ev cihêkariya di navbera girtiyan de tê kirin, li dijî hiqûqê ye. Divê bêyî ku ferq û cudahiyê têxin navbera wan, hemû girtî bikarin 30 deqeyan bidîmen li gel malbatên xwe biaxivin. Ji bo ku ji vî mafê xwe sûdê bigirin jî ez kampanyaya îmzeyan didim destpêkirin.”    Yên ku dixwazin kampanyayê îmze bikin dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin kampanyayê: “https://chng.it/W6ts5DWZ”