Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-06-16 16:39:29   WAN - Li Wanê, 6 kesên ku ji ber tîşortê wêneyê Selahattîn Demîrtaş li serê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.     Li Wanê, duh ji ber ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser tîşortê wî bû zarokek ji aliyê polisan ve hatibû sekinandin. Ji ber ku dayika wî bertek nîşanî polisan dabû, zarok û dayika xwe hatibûn binçavkirin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî binçavkirina zarok û dayika wî dabûn. Polisan 6 welatiyên ku bertek nîşanî wan jî dabûn binçav kiribûn.    Piştî îfadeyen wan li Qereqola Polisan Îkî Nîsanê hatin girtin zarok, dayika xwe û 6 welatiyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.