ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-17 09:00:07   * Rojnamevanan bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe dan û gotin, dê pênûs û kamerayên hevpîşeyên xwe li erdê nehêlin.    * Li navçeya Yûregîrê karkerên demsalî yên ku piştî baranê konên wan di bin avê û nava heriyê de man terka konên xwe dikin. Ên mayî jî ji bi gilî û gazinc in û dibêjin şaredarî aliyê wan nake.    * Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku Ocalan aktorê aştiyê ye û Meşa Gemlîkê jî “tevgereke aştiyê” bû û got, wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsandiye.   * Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr got: “Nîqaşkirina avakirina girtîgeheke ji bo kesekî, nîqaşkirina pêkanînên heyî yên girtîgeheke taybet a ji bo kesekî, di asasê xwe de rewakirina pêkanîneke dijhiqûqî ye.”    * Li Stenbolê zava û malbata wî ji ber şalên kesk û sor û zer hatibûn girtin. Parêzerê wan Huseyîn Bogatekîn destnîşan kir ku du polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe çûne dawetê û dîmen girtine.    * Sema Yuce ku bi çalakiya xwe bû yek ji sembolên têkoşîna jina kurd, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hişt. Dayik Zennûre Yuce got: “Divê her kes ji bo azadiyê bitêkoşe. Kurd gere êdî tecrîdê bişikînin.”    * “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” karkerê înşeatê Pervîz Ezîzî yê 27 salî revandibû û ji ber ku fîdye bi dest nexistibû ew radestî Tirkiyeyê kiribû û Tirkiyeyê jî cezayê “muebeda giran” lê birîbû. Dadgeha Bilind, cezayê li Ezîzî hatibû birîn xera kir.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 466'an de berdewam bike.    * Di yekemîn salvegera kuştina Denîz Poyraz de di serî li Îzmîrê wê li gelek navendan bernameyên bîranîn bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. (09.00-18.00)   * Ji HDP'ê heyetek di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de wê serdana KESK û Egîtîm Sen'ê bike û bi rêveberên wan re bê gelhev û derbarê kongreya HDP'ê de jî wan nêrîn bigire. (10.00)   * Li Mersînê, rojnameger wê li Parqa POzgur Çoçûk'ê derbarê girtina 16 rojnamegeran a li Amedê de daxuyanî bidin.  (12.30)   * Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Amedê wê derbarê gefên ku li Odeya Plansazên Bajar a Amedê tê xwarên li Odeya Endezyarên Medenê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.30)    * DFG û MKGP, bi armanca şermezarkirina girtina rojnamegeran dê li Wan û Amedê daxuyanî bidin. (16.00) ZINDÎ