Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin 2022-06-17 10:09:39 ÊLIH - Mûrat Kiliç ku hizbûlkontrayan 5 xizmên wî qetil kiribûn diyar kir ku bi berdana kesên ji komkujiyan berpirsyar re êşên wan dîsa hatine derkirin.  Tettîkkêşên Hizbûllahê di salên 90’î de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û bajarên din gelek kes înfaz kirin. Derket holê ku ev tetîkkêşe yek bi yek hatine berdan. Li 19 kesên ku di encama 129 êrişên çekdarî, bi kêran û bombeyî de herî kêm 91 kes qetil kiribûn, cezayê muebbeta giran hatibû birîn. Ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Lê belê ev 19 tetîkkêş hatin berdan. Hat zanîn ku berpirsyarên baskê çekdarî Mîthat Soysal û Salîh Şîmşek jî ku ji ber kuştina 32 kesên li Êlih û Edeneyê cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn, bi daxwaza jinûve darizandinê hatine berdan.  5 XIZMÊN XWE WINDA KIRIN   Malbata Kiliç ku 5 endamên wan li Êlihê ji hêla hizbîkontrayê ve hatibûn qetilkirin bertek nîşanî berdana wan da. Mûrat Kiliç ku bav, bapîr, mam, xal û pisxaltiyê wî ji hêla hîzbîkontrayê ve hatine qetilkirin anî ziman ku bi berdana wan tetîkkêşan re birînên wan dîsa hatine derkirin û wiha got: “Bavê min Edîp Kiliç di 1’ê cotmeha sala 1992’yan de dema ji malê me ya li taxa Beşevlerê diçû dikana xwe ya du kolan piştî malê, bi 9 guleyan hate qetilkirin. Hîzbûllahiyan 20 roj piştre anku di 20’ê cotmehê de di taziyeya bavê min de bi çekên lûledirêj gule li me reşandin. Di vê êrişê de bapîrê min Şukru Kiliç û hevjînê meta min Anter Yalçin hatin qetilkirin. Apê min Îrfan Kiliç jî birîndar bû û niha astengdar e. Ev êriş di demên piştre de jî berdewam kirin. Pisxaltiyê min Medenî Goktepe ku yek ji rêveberên Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Navçeya Navendî ya Êlihê bû, di 9’ê gulana 1993’yan de û mamê min Habîb Kiliç jî di 2’yê îlona 1993’yan de hatin qetilkirin. Wê demê ez 3 salî bûm û tiştên heyî pir kêm tên bîra min. Me hêj xema xwe negirtibû ku êşên din bi me dan kişandin. Di navberên kin de qetil dikirin. Bîra min bi gulebarankirina taziyeya li baxçeyê malê tê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navbera zarok, jin, kal û pîran gule li hemû kesî reşandin. Plana komkujiyê kiribûn. Ew roj qet ji bîra min naçe.”    FAÎL NEGIRTIN    Bi domdarî jî Kiliç destnîşan kir ku berpirsyarên van komkujiyan nehatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê ji bo ku mijarê bigirin çendek kes hatin girtin. Lê ev kes piştre hatin berdan. Ji destpêka bûyerê heta niha pêvajoyeke baş a hiqûqî nemeşiya. Berpirsyarên cînayetên wê demê, kesên çavên xwe lê digirtin û yên ku ferman didan in. Lê belê ew kes bi tu awayî nehatin girtin. Tenê tetîkkêşek hate girtin. Dema mirov van tiştan dibînin jî bi rastî xemgîn dibe. Niha bi hezaran kes tenê ji ber ku bi zimanê xwe axivî ne û dixwazin çanda xwe bidomînin di girtîgehan de ne. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Ev kes bi tu awayî nayên berdan. Înfazên wan tên şewitandin. Lê belê kesên ji qetilkirina bi sedan kesan tên darizandin di şevekê de tên berdan. Ev jî nîşan dide ku şerê taybet xistine dewrê. Ev gav, gavên şerê taybet in.”    ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Di berdewamê de Kiliç bertek nîşanî berdana kesên ji komkujiyan berpirsyar da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji zarokatiyê ve travmayek heye. Em li erdnîgariyeke wisa ne ku bi hezaran kes hatine qetilkirin. Hema hema li her malê kesek hatiye qetilkirin. Hema hema kesek nîne ku bedel neda be. Komkujiyên di çarçoveya şerê taybet de tên kirin hêj berdewam in. Li ser komkujiyan niha jî girtin lê zêde kirin. Civaka ku bi kuştinê dihat tirsandin niha jî bi girtinan gef lê tê xwarin. Em zarokên wan kesên wê demê hatine qetilkirin in. Çawa ku wê demê wan serî netewandibe, em jî îro natewînin. Polîtîkaya komkujî û sirgûnên ên 30 sal berê çawa bi ser neketibin, dê îro jî bi ser nekevin.”    MA / Fethî Balaman