Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome 2022-06-17 10:27:34   STENBOL - Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi hêceta “cezayê dîsiplînê didome” serlêdana ji bo li dijî qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan ku li Ocalan hatibû birîn, red kir.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di şertên giran ên tecrîdkirî de tê ragirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo miwekîlên xwe Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 3’ê sibatê de li dijî cezayê bi îdiaya dîsiplînê ku qedexeya hevdîtinê hatibû birîn, îtiraz kiribûn. Piştî ku qedexeya hevdîtinê qediya bû serlêdan hatibû kirin. Parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn û xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina malbatê bên rakirin û heke cezayên dîsiplînê yên nu hebin ji wan re bê ragihandin.    DADGERIYÊ SERLÊDAN RED KIR    Dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Dadgeriyê di biryara redkirina serlêdanê de hêceta, “cezayê dîsiplînê hê jî didome” nîşan da. Parêzeran li ser vê biryara redkirinê di 15’ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ya 1’emîn da û îtirazî biryara redkirinê kirin.    Herî dawî Mehmet Ocalan bi kekê xwe Ocalan re di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê hevdîtinek kiribû û axaftina wan di nîvî de hatibû qûtkirin. Ji wê rojê vê tu xeber ji Ocalan nayê girtin.    MA / Ergîn Çaglar