Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-06-17 11:18:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelarê balafirên biçek û bêmirov wesayîtek bombe kirin. Di encama bombebaranê de  4 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.    Balafirên biçek û bêmirov li navçeya Kelar a bi ser Germiyanê ve wesayîtek bombe kirin, di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên Rojnewsê bi dest xistin, danê siharê li gundê Berlut yê dikeve bakurê navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hatiye bombekirin. Di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye. Hat zanîn ku birîndar rakirine nexweşxaneya Şehîd Hejar ya li Kelarê. Nehate zanîn bê ka kesên jiyana xwe ji dest dane kî ne û balafira bê mirov û biçek jî ya kîjan welatî ye. Derbarê bûyerê de heya niha ji saziyên hikumetê tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.