Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê 2022-06-17 12:53:42 STENBOL – Bi mebesta piştevaniya bi 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin, endamên Sendîkay Basin Îş’ê ji Enqere û Stenbolê ber bi Amedê ve ketin rê. Ji endamên sendîkayê Canan Coşkun wiha got: “Xwedîderketina li wan, xwedîderketina li rastiyan e.”  Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Mimdûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Remziye Temel, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina 8 rojan jî duh hatibûn girtin.    Pêla piştevaniya bi rojnamegeran re her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de gelek rêxistinên rojnamegeran ên welatên cuda girtin û zextên li ser rojnamegerên kurd şermezar kirin. Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Basin Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku piştevaniya bi rojnamegeran re birêxistin dike, bi daxwaza berdana hempîşeyên xwe ber bi Amedê ve ketin rê. Dê li rojnamegerên ku li Stenbolê bi rê ketin li Enqereyê jî tevlibûn çêbibe. Tê payîn ku rojnameger sibe bên Amedê. Yek ji rojnamegeran Canan Coşkun, têkildarî serdanê axivî.    ‘GEF XWARIN’   Canan Coşkun anî ziman ku rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkiribûn hatine girtin û wiha domand: “Me ev yek jixwe dizanî. Dozger jî bi pirsên derheqê bernameyên nûçeyan, roportajên kolanan, zimanê nûçeyê û polîtîkaya weşanê pirs kirine û li xwe mikûr hatiye. Girtina 16 rojnamegerên kurd, li dijî me jî gefek e. Bi vê yekê re peyama ‘ji bo girtina we hewcehiya me bi hiqûqê nîne’ didin. Her wiha derbekî giran li mafê agahîgirtinê yê gel xistin.”    ‘MUXALEFETA KU KIPPÊN JÊ DERNAKEVE’    Di berdewamê de Coşkun diyar kir ku di demekî ku Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe de ‘operasyoneke’ ewqas mezin hate kirin lê belê bertekên qels hatine nîşandan. Candan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna sansûrê hêjta li Lijneya Giştî ya Meclisê nehatiye qebûlkirin lê xuyaye ku muxalefeta ku kippên jê neyê hatiye avakirin." Coşkûn, bi bîr xist ku ne cara ewil e êrişî rojnamevanên kurd tê kirin û wiha berdewam kir: "Kengî siyasetmedar û rojnamevanên kurd bên girtin me her tim zêdetir azadiya xwe winda kir. Ev taritiya em di nav de di rojekê de nehat."    ‘RÊYA DERKETINA JI DOJEHÊ!’   Coşkûn, destnîşan kir ku divê her beş piştevaniya rojnamevanan bike û wiha got: "Em nikarin girtina hempîşeyên xwe yên bi hincetên vala ji nedîtive bên. Divê em li dijî vê yekê rojnamevaniyê biparêzin. Rêya derketina dojeha ku em ketinê ev e. Em dixwazin bêjin hempişeyên me tenê nînin." Coşkûn da zanîn ku ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe bikin, bi pêşengtiya DÎSK Basin Îş'ê bi gelek rojnamevanan re ketine rê.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Canan, bi lêv kir ku wê li Amedê serdana rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bikin û ji bilî vê wê bêhiqûqiya hempîşeyên wan pê re rûbirû man jî bi çavdêriyan bikin nûçe. Canan, anî ziman ku rojnamevanên kurd ji ber mafê agahî girtinê pêk anîn hatin girtin û bi gotina "Parastina wan xwedî derketina rastiyan e" banga piştevaniyê kir.    6 JI WAN HATIBÛN BERDAN   Di binçavkirinên Serdozgeriya Komarê ya di 8'ê hezîranê de rojnamevan Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û welatî Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.