‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’ 2022-06-17 14:38:52 MÊRSÎN - Rojnamevan Cemîl Ûgûr diyar kir ku rojnamevan wê li dijî polîtîkayên binçavkirin, girtin, zext û qutifandinê serî netewînin û xwest rojnamevanên hatin girtin bên berdan.  Rojnamevanên li Mêrsînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina 16 hempîşeyên xwe dan. Di daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê hate kirin de pankarta “Rojnamevanî ne sûc e. Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin û dowizên “Ji rojnamevanan re azadî” , “Em naxwazin rojnamevan di girtîgehê de bin” , “Rojnamevantî nikare were hefskirin” , “Mafê agahî girtinê nikare were kelemçekirin” hatin hilgirtin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak û gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ûgûr ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên binçavkirin, girtin, zext û qutifandinê serî netewînin.   ‘ÊRIŞA LI DIJÎ MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ YE’   Ûgûr, bi bîr xist ku ji 20 hempîşeyên wan ên di 8’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin 16 jê hatin girtin û wiha got: “Ji girtina hempîşeyên me re çi hincetê nîşan bidin jî em rastiyê dizanin. Hempîşeyên me ji bo rûmeta rojnamevaniyê û mafê agahî girtinê parastin hatin girtin. AKP’ya ku bi parastina mafên azadiya demokrasî, çapemenî û îfadeyê bû desthilat îro ev tişt bi temamî ji holê rakirin. AKP’ya ku dixwaze desthilata xwe bidomîne, bi girtina hempîşeyên me pêvajoya hilbijartinê dane destpêkirin û wê vê pêvajoyê bi zextan bide meşandin.”   ‘ÇAVTIRSANDINA CIVAKÊ YE’   Ûgûr, destnîşan kir ku bi zext û binçavkirinên li ser çapemeniyê dixwazin çavên hemû civakê bitirsînin û wiha berdewam kir: “Lêpirsîn û girtinên ji ber xebatên hempîşeyî derbarê rojnamevanan tên destpêkirin êrişa mafê agahî girtin û çapemeniya azad e. Tirkiye di mijara çapemeniya azad de di nav 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Li dijî hefskirina çapemeniya azad ji partiyên muxalîf heta rojnamevanan heta cemiyetê kesên bêdeng in bila vê ji bîr nekin ku li welatekî ku çapemenî lê azad nebe nikare qala demokrasiyê bê kirin. Ev ne pirsgirêka me rojnamevanan tenê ye pirsgirêka 84 milyonên li Tirkiyeyê dijîn e. Ji ber vê yekê ji bo parastina mafê demokrasî û nûçe girtinê yê gel em bang li hemû partiyên siyasî, saziyan û welatiyan dikin ku li dor têkoşîneke hevpar bibin yek. Em rojnamevan em ê bibin dengê kesên li dijî zulma zaliman têdikoşin, jinan, karkeran, kedkaran, KHK’iyan, gelê kurd, baweriyên tune tên hesibandin, kesên ji bo xwezaya xwe li ber xwe didin û hemû bindestan.”   ‘EM Ê NIVÎSÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Ûgûr, diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên binçavkirin, girtin, zext û qutifandinê serî netewînin û got: “Çi dibe bila bibe em ê bi pênûsê ji Apê Mûsa heta Metîn Goktepe, Ûgûr Mûmcû heta Hrant Dînk dewr girtî em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin. Heta ku hevalên bên berdan em ê li her qadê bibin dengê wan.”   Girseya ku dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin” berz kir, daxuyanî bi çepikan bi dawî kir.