Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin 2022-06-17 15:01:40   AMED - Sekreterê ÎKK'a TMMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku hin kesên li pey rantê gef li endam û rêveberên wan dixwin.    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê, derbarê gefa ku li endam û rêveberên wan tên xwarin li navçeya Yenîşehîrê li Odeya Plansazkarên Bajar (ŞPO) daxuyanî da. Di daxuyaniya ku endamên odeyê tev li bûn de pankarta "Ev bajar ne bêxwedî ye" hat vekirin.    GEFA JI RANTXWARAN   Di daxuyaniyê de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn axivî û diyar kir ku hin kesên li pey projeyên rantê bi awayekî mafyayî gef li endam û rêveberên ŞPO'yê dixwin û wiha got: "Di şexsê odeyê de ev gef li TMMOB'ê û hemû pêkhateyên hestyar hatine xwarin. Lewre weke parastvanên xweza û bajar li dijî projeyên rantê û talankerên bajar em ê di prensibên xwe de tavîzan nedin. Ji ber ku em projeyên feydaya wan ji cemaweriyê re tuneye û qaçax in îtîraz dikin gef li me tên xwarin û zext li me tên kirin. Li dijî tu zext û gefê em ê dev ji prensîbên xwe bernedin. Em careke din bi bîr dixin ku em tev ji bo vî bajarî têkoşîna prensîbî û rastiyê didin."