Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da 2022-06-17 22:46:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe Qubad Talabanî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê daxuyaniyek da: "Êdî tu wate û bandora daxuyaniyan û axaftinê nemaye. Hikûmeta Federe ya Iraqê divê li hemberî van êrişan xwedî helwesteke cidî be û rola xwe bilîze."    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Qubad Talabanî piştî êrişa Tirkiyeyê ya îro ya li Kelarê daxuyaniyek da. Talabanî got: "Êrişên dewleta tirk ên li axa Herêma Kurdistana Federe û Iraqê zêde dibin. Gelek derdoran têkildarî vê daxuyanî dan û ew şermezar kirin. Lê dibe ku hin êrişen cuda jî bên kirin."    Talabanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê Iraq li hemberî van êrişan rola xwe bilîze û got: "Êdî tu wate û bandora daxuyaniyan û axaftinê nemaye. Hikûmeta Federe ya Iraqê divê li hemeberî van êrişan xwedî helwesteke cidî be û rola xwe bilîze."    Her wiha Talabanî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li welatên cîran jî kir ku rêzê nîşanî mafên serweriya Herêma Kurdistana Federe û Iraqê bidin û pêşî li ber van êrişên li hemberî welatiyên sivîl bigirin û got: "Tu hinceteke van êrişan tune ye."