ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-18 09:00:19   * Li Hezexê polîsan Fatma Elarslan a 13 salî qetil kiribûn û dosyeya wê jî bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hatibû girtin. Doza tazmînatê ya malbata Elarslan jî hat redkirin.    * Pêşmergeyê YNK'ê yê berê Cemal Sezgîn bertek nîşanî rola PDK'ê ya di êrişan e da û got: "PDK bûye bela serê 3 parçeyan."    * Bedriye Înedî, dayika Celal Înedî yê di Girtîgeha Afyon a Tîpa T'yê de anî ziman ku xwîn ji devê kurê wê tê û got: "Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?"    * Dayik Makbûle Paksoy a ku keça xwe Leylayê ya di sala 2016'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye bi strana “Min xatir ji te nexwest” bibîr tîne, anî ziman ku Leyla keçeke bibiryar bû, mirovek birêxistin bû.    * Afiye Dûrak, dayika Cengîz Durak (Şervan Botan) ê YBŞ'yî ku di sala 2017’an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan û xwest kurd i dijî van êrişan bibin yek.    * Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku tevî 15 hevalên xwe yên rojnamevan hat girtin, 22 sal in tevî hemû zext û zoriyan jî tawiz ji kar û barên xwe yên rojnamevaniyê nedaye û paş de gav neavêtiye.    * Parêzer Bulent Çoban diyar kir ku li Tekîrdagê dadgerê ku tu hêcet ji bo girtina 29 HDK’iyan nedît, biryara Dadgeha Bilind ku ji bo KCD’ê dabû wek hêcet nîşan da û wan li dijî biryara dadgeha ku hêcetan diafirîne îtîraz kirine.    * Parêzer Mazlum Buksel diyar kir ku di dema ketina Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de lêgerîna tazî li 3 jinên siyasetmedar hatiye ferzkirin û wiha got: “Dema ji bo kargoyê, revîr û hevdîtina bi parêzeran diçin jî li wan tê ferzkirin ku pêxas biçin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 467'emîn de berdewam bike.    * Rojnamevanên li ser banga Basin-Îşê ji Stenbol û Enqereyê hatin Amedê dê serdana DFG'ê bikin û girtina rojnamevanan şermezar bikin. (10.00-15.00) ZINDΠ   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê dê wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (11.00-13.00)   * Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê têkildarî operasyona li ser HDK'ê li avahiya kongreyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin dê di hefteya 899'emîn de online çalakiya xw li dar bixin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar kongreya xwe li dar bixe. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 534'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê dê beşdarî civînek hevdîtinê ya rêxistinên elewiyan ya li Stenbolê bibe. (15.00)    * TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê dê ji bo salvegera yekemîn a qetilkirina Denîz Poyraz li rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler û Sultanbeylî bernameyên bîranînê li dar bixin. (15.00-17.00)