Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye' 2022-06-18 09:00:28 MÊRDÎN - Li Hezexê polîsan Fatma Elarslan a 13 salî qetil kiribûn û dosyeya wê jî bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hatibû girtin. Doza tazmînatê ya malbata Elarslan jî hat redkirin.  Di dema qedexeya derketina derve de ya di 16'ê Adara 2016'an de li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû îlankirin, Fatma Elarslan hatibû kuştin û cenazeyê wê di 7'ê Adara 2016'an de hatibû dîtin. Piştî cenazeyê wê hatibû dîtin lêpirsîn hatibû destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara neşopandinê dabû.      Dozgeriyê xwe spartibû beyanên "şahida veşarî" ya bi navê "Hîlal" û derpêş kiribû ku Elarslan bi polîsan re şer kiriye û "endama rêxistinê" ye. Her wiha dozgeriyê di biryara xwe de gotibû "polîs li gor hiqûqê hereket kirine" û îtirazên ji bo biryara neşopandinê jî bi heman hincetê red kiribûn. Piştî vê parêzerê malbata Elarslan Veysel Vesek bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê" û "nekirina lêpirsîneke çalak" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. Lê dadgehê zêdetirî 2 salan derbarê dosyeyê de biryar nedabû.   Di vê navberê de parêzerê malbatê ji bo tazmînatê serî li Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Mêrdînê dabû. Lê belê Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo tazmînatê red kiribû. Piştî vê parêzer Veseke serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê dabû.   Îstinafê jî ji bo biryara dadgeha herêmî got "li gor hiqûq û usûlê ye" û daxwaza jib o tazmînatê red kir.    Parêzer Vesek da zanîn ku dosyeya cezayê hê jî li AYM'ê ye û ji bo biryara dadgeha îstinafê ya derbarê serlêdana ji bo tazmînatê jî got, îstinafê xwe spartiye hinceta dadgeha herêmî. Vesek bilêv kir ku ev ne hincet e û got: "Dadgeha îdare ya herêmê ne dadgeheke îçtîhadê ye. Lewma ev biryar biryareke li dijî hiqûqê ye." Vesek destnîşan kir ku li gor qanûnê zarokên di biniya 15 salan re wekî "endamên rêxistinê" nayên qebûlkirin û got: "Tu kesî delîlek nîşan nedaye ku Fatma Elarslan a 13 salî li hemberî polîsan şer kiriye. Yanî li vir 'zenkirinek' tê derpêşkirin. Darizandin li ser 'zenkirinê' dimeşe. Dosye jî bi vî awayî hat girtin. Dosyeyên wê demê jî bi vî awayî tên girtin. Ev bûyereke mirinê ye, dixwazî bila pevçûn be an jî tiştekî din be, berpirsiyariya dewletê ye ku awayê kuştina vê kesê vekole. Lê ev yek bi awayekî hat berterefkirin."    MA / Ahmet Kanbal