Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan 2022-06-18 09:00:45 WAN - Pêşmergeyê YNK'ê yê berê Cemal Sezgîn bertek nîşanî rola PDK'ê ya di êrişan de da û got: "PDK bûye bela serê 3 parçeyan."  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17 Nîsanê ve didomin. Gelek derdor bertek nîşanî PDK'ê didin ji ber ku hevkariya van êrişan dike. Pêşmergeyê YNK'î yê berê Cemal Sezgîn ku gava pêşmerge bûye parastvanê Celal talabanî bûye got: "PDK bûye bela serê 3 parçeyan."     'BÛNE BELA SERÊ 3 PARÇEYAN'   Sezgîn bibîr xist ku di sala 1977'an de 700 pêşmergeyên YNK'î ji bo derbasî Zaxoyê bibin hatine Colemêrgê û got: "Wê demê sê pêşengên YNK'ê li gundê Beyîrmanê ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin. Her wiha nêzî nîviyê komê jî li herêma Çelê û Bêşebabê bi destê PDK'ê hat qetilkirin. Wê demê gelê Bakur û Rojavayê pir piştgiriya PDK'ê dikir û bi salan ew li ser pêya hiştin. PDK'ê digot 'rizgariya parçeyekî dê rizgariya 3 parçeyan nêzîktir bike.' Îro Başûr 'xelas bû', lê bûne belaya serê her 3 parçeyên din. Her roj prisgirêkekê diafirînin. Divê mirov ji wan bipirse; çima hûn xwe nadin ber kongreya neteweyî? Çima hûn ditirsin û direvin?"    'KURD DÊ BÊBEXTIYÊ QEBÛL NEKIN'   Sezgîn bilêv kir ku ji zû de ye ku polîtîkayên PDK'ê ne ji bo berjwendiyên kurdan e û wiha domand: "Li Tirkiyeyê bi sedan şîrketên PDK'ê ne. PDK ketibû koncalê, lê gelê Bakur ew ji koncalê derxist. Lê niha kesî esas nagire. Niha bûye şirîkê êrişên Tirkiyeyê. PDK, ji ber ku xwe nad eber kongreya neteweyî, di nava êrişan de cih digire. Malbata Barzanî bila baş zanibe ku kurd ne kurdên berê ne. Kurd dê tu carî bêbextiyê qebûl nekin."    'REJÎMA YEKZILAMÎ'   Sezgîn bibîr xist ku PDK di sala 1982'yan de li Rojhilatê jî bêbextî li hêzên PDK-Î'yê kiriye û wiha got: "PDK wê çaxê li Rojhilatê çi kiribe niha heman tiştî li Başûr jî dike. Lê dê gelê Başûr destûrê nede. Barzanî ji bo berjewendiyên malbata xwe dixebite. Tişta PDK dixwaze rejîma yekzilamî ye. Malbata Barzanî dixwaze li Başûr rejîma yekzilamî pêk bîne. Bila li qisûrê mêze nekin, lê gelê kurd vê pergalê qebûl nake. Tekane daxwaza min ew e ku kurd li dor berjewendiên neteweyî kom bibin û ji bo vê bitêkoşin."