Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne 2022-06-18 09:02:28 ŞIRNEX - Dayik Makbûle Paksoy a ku keça wê Leyla ya di sala 2016'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye bi strana “Min xatir ji te nexwest” bibîr tîne, anî ziman ku Leyla keçeke bibiryar bû, mirovek birêxistin bû.  Li Kurdistanê di salên 80’ê û 90’î de ji ber zext û zilma dewletê gelek gund hatin valakirin û şewitandin û gelek welatî jî ji bêgavî berê xwe dan bajarên Tirkiyeyê. Ji van malbatan yek jê jî malbata Paksoy e.    Dayika 5 zarokan Makbûle Paksoy a 60 salî, di temenê biçûk de tê zewicandin û li navçeya Qilebana Şirnexê bi cih dibe. Paksoy û malbata xwe piştî ku çend salan li vir dibînin ji ber zext û zilma dewletê di sala 1988’an de ji bêgavî berê xwe didin navçeya Îskenderûn a Hatayê. Malbata Paksoyê li vir jî j ber nasnameya xwe ya kurdewarî bi zextan re rû bi rû dimîne. Gava malbata Paksoyê piştî wextekê, di sala 1998'an de cardin vedigere warê xwe Qilebanê, weça wê Leyla Paksoy (Zîlan Zozan Goyî) ku di 17’ê Îlona 1990’an de li Îskenderûnê çêbûye, ji ber van zext û tahdeyên dewletê di di 23’yê Adara 2015’an de tev li nava refên PKK’ê dibe û di 21’ê Mijdara 2016’an de jî li Şehbayê jiyana xwe ji dest dide.   Dayik Makbûke Paksoy ku her tim keça xwe Leylayê bi strana “Min xwatir ji te nexwest” bibîr tîne, behsa keça xwe kir.    ZILM Û TAHDEYA DEWLETÊ   Dayik Paksoy anî ziman ku jiyana wan tim di bin zilma dewletê de derbas bûye û got: “Ji zarokatiya xwe ve ez bi zilma dewletê re rû bi rû mame. Malbata min jî ji ber zextên dewletê li Îskenderûnê bi cih bû û pişt re berê xwe da Qilebanê. Zarokên min jî li wir di bin zilmê de hatin dinyayê û di temenekî biçûk de bi neheqiyê re rû bi rû man. Her tim bi ser mala me de digirtin. Ji ber ku me ev zilm qebûl nekir, me biryar da ku em vegerin ser axa xwe. Zilma dewletê li vir jî berdewam dike.”   XWIŞKEK WÊ Û BIRAYEKÎ WÊ JIYANA XWE JI DEST DANE   Paksoy destnîşan kir ku xwişkek wê û birayekî wê jî tev li PKK’ê bûne û got: “Birayê min Abdullah Yaman di 1995’an de çû. Piştî ku 4 salan li wir ma jiyana xwe ji  dest da. Pişt re xwişka min Fehîme Yaman di sala 1999’an de çû. Ew jî 17 salan li wir ma û di sala 2016’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî Yaman jî ji ber cezayê lê hat birîn neçar ma berê xwe bide derveyê welêt û ev 25 sal in li sirgûnê ye. Dema em hatin Qilebanê bi cih bûn jî polîsan gelek caran ji bo birayê min Abdullah bang li min dikirin.”   GOTINA DAWÎ: DAYÊ EZ JI TE HEZ DIKIM   Paksoy diyar kir ku pişt re keça wê Leyla di sala 2015’an de tev li nava refên PKK'ê bûye û ji bo vê jî wiha got: “Keça min Leyla roja ku dê biçûna hat ez hemêz kirim û ji min re got ‘Dayê tu carî ji bîr neke; ez gelekî ji te hez dikim.’ Roja wê biçûne ez çûm Şirnexê û min ew bi rê kir. Gotina wê ya dawî ev bû. Pêşî xwişka min Fehîme û sê meh bi şûn de jî keça min Leyla jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku çû ez hîn bûm ku keça min çûye tev li nava PKK'ê bûye."   'XWEDÎ BIRYAR BÛ'   Paksoy bi lêv kir ku tu carî gazin ji keça xwe nebihîstiye û bi van gotinan behsa wê kir: “Her tim rûken bû. Gelek jêhatî bû û karê xwe bi dîsîplîn pêk dianî. Her êvar dema dihat malê, xwe diavêt stuyê min. Kurê min Ahmet her roj diçû Leylayê maç dikir. Zarokên min hemû ji Leylayê gelek hez dikirin. Ji ber ku têkiliya Leylayê bi xwişk û birayên wê re gelek cuda bû. Tu carî dilê wan nedişikand. Karê xwe tu carî ji roja dinê re nedihişt. Zarokek gelek kêfxweş bû. Xwedî biryar bû. Mirovek bi rêxistin bû.”   WÊ BI STRANA 'MIN XATIR JI TE XWEST' BIBÎR TÎNE   Paksoy bi lêv kir ku ew keça xwe her tim bi strana “Min xatir ji te nexwest” bibîr tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min her tim strana 'Min xwatir ji te nexwest' guhdar dikir. Dema vê stranê guhdar dikir, min jê re got tu çima vê guhdar dikî? Heta çû jî vê stranê guhdar dikir. Ev strana wê hîn jî di telefona min de heye û ez wê guhdar dikim. Dema ku ez guhdar dikim keça min tê bîra min. Dema em diçûn mihrîcana berxbirê jî min ji kesên wê derê re digot navê min Zîlan e, ne Makbûle ye. Min digot ez ji navê Makbûle hez nakim, ji navê Zîlan hez dikim. Keça min piştî ku tevlêbû jî navê Zîlan li xwe kir. Ji bo min navê xwe danî Zîlan. Dema ku min bihîst navê wê Zîlan e gelek kêfa min hat, lê dilê min jî gelek dişewitî. Heta ku ez sax bim ez ê keça xwe ji bîr nekim. Em gelek girêdayî hev du bûn. Min çi jê re bigota ne digot na, ew kar pêk dianî. Her tim ez dikenandim. Zarokek gelek bihêz bû. Carına tevlî xebatên partiyê dibû. Heta ku ez bimirim tu carî hevaltiya wê ji bîr nakim. Min nedigot ew keça min e. Min digot ew hevala min e. Em bi hev re diçûn her deri ü me bı hev re kar dikir."   Paksoy di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku keça min jiyana xwe ji dest da bi şûn de min got, ez ê wêneyê wê li cem wênekêşan derxim, lê ji ber ku gerîla bû û ji ber kincên li ser wê tu wênekêşan wêneyê keça min dernexist. Ji me re gotin ‘em nikarin derxin.’ Em tu carî natirsin.”