Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek 2022-06-18 09:03:47     ŞIRNEX - Afiye Dûrak, dayika Cengîz Durak (Şervan Botan) ê YBŞ'yî ku di sala 2017’an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan û xwest kurd li dijî van êrişan bibin yek.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Li dijî van êrişên li herêmê ên bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bertek û nerazîbûn jî berdewam dikin. Afiye Dûrak, dayika yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Cengîz Durak (Şervan Botan) ê di sala 2017’an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû jî bertek nîşanî vî şerî û hevkariya PDK'ê da.    'JI KURDAN DITIRSIN'   Dûrak diyar kir ku zilma dewletê ji salên 90’î heya niha berdewam dike û kurdan gelek berdelên giranbuha dane û hê jî didin. Dûrak balê kişand li ser êrişên Tirkiyêyê yên bi hevkariya PDK’ê û got: “Haya me ji vî şerê xiyanetê heye. Daxwaziya me ew e ku ev şer xelas bibe. Em naxwazin bira bira bikujîne. Aştiyek mayinde û çareseriyek ji bo gelê kurd dixwazim. Bes êdî bila dilê dayikan neşewite. Ji kurdan ditirsin loma ew qas êrişê dikin. Lê kurd bi wan êrişan xelas nabin. Em ê her hebin. Em bi girtin û kuştinê xelas nabin. Em li pey doza xwe û mafê xwe ne. Gava dibêjin kurd hemû kes bêdeng dibin. Her kes li dijî kurdan dibe yek. Lê kurd ji bo xwe nikarin bibin yek. Heke em kurd bûbûna yek ev nedihatin serê me.”   ‘DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE ŞEHÎD KET'   Dûrak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurê wê zilma li ser kurdan qebûl nekiriye û ji ber vê tev li nava refên PKK’ê bûye. Dûrak wiha got: “Kurê min beriya ku biçe behsa zilma li ser kurdan dikir û tim li dijî vê zilmê radibû. Bi vî şiklî bi ruhekî berxwedêr û bibiryar tev lê bû. Derbasî Şengalê bû û li wir fermandar bû. Di dawiyê de jî li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şehîd ket. Kurê min jêhatî û bêtirs bû. Zilm û heqeratê qebûl nedikir. Rêheval bû.. Ew çaxê li Şirnexê jî şer hebû. Xaniyên me dan ber topan û şewitandin. Me xwe bi zorê xelas kir û em neçar man dîsa vegerin Dêrgûlê û xaniyê xwe nû kir. Di pêvajoya qedexeya derketina derveyî ya li Şirnexê de agahiya şehadeta wî hat. Me nikaribû biçe cenazeyê wî wergire."    JI BO CENAZEYÊ KURÊ XWE LI BER SÊMALKÊ NOBED GIRT   Dûrak diyar kir ku ji bo ku cenazeyê kurê xwe werbigire bi rojan li ber deriyê Sêmalkayê nobed girtiye û wiha axivî: “Tişta ku herî zêde dilê min dişewitîne nedîtina cenazeyê wî ye. Hema min kulmek axa wî jî bidîta bes bû. Gotina wî ya 'ji bo parastina we diçim' ji bîra min naçe. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirim çûm ber deriyê Sêmalkayê û min nobed girt. Bi rojan ez li wir mam, lê pêşmergeyan nehişt ku ez biçim ser tirba kurê xwe. Ez jî bi kezebeke şewitî vegeriyam.”   BANGAWAZÎ   Dûrak anî ziman ku tevî ev qas zil û neheqiyan jî ew li ser doza xwe ne û got: “Wekî min gelek dayikên dilşewat hene û cenazeyên xwe nedîtînê. Heta em sax bin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin. Em bi zarokên xwe serbilind in û kêfxweş in. Em yeqîn dikin ku wê serkeftin çêbibe. Banga min ji bo hemû kurdan e ku bila li pey doza xwe bin. Bila tu kes yên xwe ji bîr nekin û xwedî li bîranînên xwe derkevin."