Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan 2022-06-18 11:37:51   MÊRDÎN/ÇEWLIG - Baroya Mêrdînê û Çewligê têkildarî girtina 16 rojnamevanan nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Derbê li mafê agahî girtina gel xistin. Em li dora çapemeniya azad bibin xelek û xwedî lê derkevin. Divê tavilê rojnamevan bên berdan."    Di 16'ê hezîranê de Dadgeha Amedê 16 rojnamevan da girtin û ew şandin hefsê. Ji her beşên civakê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanên kurd tê dayîn.    Baroya Mêrdînê û Çewligê jî bertek nîşanî girtina rojnamevanan da.    Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî weşand û girtina 16 rojnamevanên kurd wek "darbeyek mezin" pênase kir û wiha got: "Rojnamevanên ji ber xebatên xwe pîşeyî hatin girtin divê tavilê bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Bi girtina rojnamevanan darbeyek li mafê girtina agahiyan a gel xistine."    ÇEWLIG    Daxuyaniya Baroya Çewligê jî bi îmzeya Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku hat weşandin. Omer Farûk Hulaku wiha got: "Heke ku çapemeniya azad nebûya wê îro gelek tişt û bûyer di tariyê de bimana. Hebûna azadiya çapemeniyê jêveneger e. Em dixwazin hemû rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, demildest bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Cihê rojnamevanan ne girtîgeh e."