Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin 2022-06-18 12:12:30   AMED/ÊLIH - Di çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê de serpêhatiya Serhat Kazak ê 13 salî ku di sala 1992’yan de ji ber kefiya kesk, sor û zer li serê xwe pêça bû û hatibû qetilkirin, hat xwendin. Li Êlihê jî aqûbeta winda Salîh Çalik û Sînan Fîdan hat pirsîn.    Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 697’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu li dar xist. Rêveberên MED-DER û TUAY-DER’ê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.    Vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya windakirina Serhat Kazak ê 13 salî ku di hezîrana 1992’yan de li navçeya Şemzînana Colemêrgê hatibû qetilkirin. Kazak ê ku ji ber ku kefiya kesk, sor û zer li serê wî pêçandiye, tê qetilkirin û piştî tê qetilkirin cenazeyê wî datînin ber deriyê mala wan. Serpêhatiya Kazak, ji aliyê endamê Komîsyona Windayana ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN    Akdenîz anî zman ku Kazak xwendekarê dibistanê pola 5’an e û ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî wê dikujin cenaze dibin datînin ber deriyê mala wan. Akdenîz ji Serhatê biçûk dixwazin ku kefiya xwe derxe lê Serhat dibêje ku ew ji ber kurd wê kefiya xwe dernexe û wî ewilî winda dikin û paşê jî qetil dikin. Akdenîz destnîşan kir ku şahidên bûyerê jî destnîşan kirine ku Serhat Kazak ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kuştin. Akdenîz anî ziman ku apê Serhat Kazak diyar kiriye ku bi ceyranê îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û şopên îşkenceyê li ser laşe wî hebûne û otopsiya wî nehatiye kirin. Akdenîz da zanîn ku ji wê rojê vir ve dosyeya Kazak wek dosyeya kiryar nediyar di refikan da cihê xwe digire.    Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    KU AQÛBETA ÇALIK Û FÎDAN PIRSÎN   Li Êlihê jî rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan di hefteya 534'emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6'ê hezîrana 1994'an de li gundê Şeglatê yê bi ser navçeya Karaza Amedê ve hatin windakirin, pirsîn.    Rêvebera ÎHD'a Êlihê Gulbahar Kaya serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan xwend û li aqûbeta wan pirsî. Kaya anî ziman ku divê aqûbeta windayan were lêkolînkirin û kujer bên dîtin û ji bo dewlet vê şerma xwe ji holê rake divê gavên pêwîst bên avêtin. Kaya xwest cenazeyê Çalik û Fîdan bê dîtin û kujer jî bên girtin û cezakirin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.