ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan 2022-06-18 14:54:33   ÎZMÎR  - ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene û wiha got: “Heke ji ber neberdana girtiyên nexweş li girtîgehan mirin çêbibin, berpirsyarên van mirinan rayedar bi xwe ne.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 255’an de li pêşiya Sumerbank a berê ya li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûcan, ew dimirin” û "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne” hatibûn vekirin. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û 14 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê tê ragirtin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û da zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Yagmekan hene. Bi domdarî Çîçek ev agahî parve kirin: “Di ranên çepê û rastê yên Yagmekan de fitqa ran hene. Anjiyo bûye û du caran jî emeliyeta pozê bûye. Guhê wî yê çepê ji sedî 45 nabihîze û nexweşiyekî wî yê ku xwe dubare dike heye. Her wiha nexweşê zerikê û nexweşiyên wî yê enfeksiyonel hene. Kezeba wî di asteke zêde de don girtiye. Ev 13 sal in dermanan bi kar tîne lê di rewşa wî de guherînek çênebûye.”    DI REWŞA WÎ DE GUHERÎNEK TUNE YE    Bi domdarî Çîçek anî ziman ku Yagmekan di heman demê de nexweşê tansiyona bilinde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel ku dermanên xwe bi rêk û pêk bi kar tîne jî rewşa wî ya tansiyonê baş nabe û ev yek jî rewşa wî girantir dike. Nexweşiyên weke astim û bêhntengiyê pê re hene. Ji ber ku cihê lê dijî hêmî ye, alava bêhnvekirinê bi kar tîne lê nexweşiya wî didome. Nexweşê mîgrenê ye û hewayê sar û qelebalixa zêde rê li ber serêşiyê vedike. Nexweşê hemeroîdê ye, demekî dirêj xwîn jê tê, êşên giran dikêşe û dixure. Li gel ku dermanên xwe bi kar tîne jî di rewşa wî de guherînek tune ye.”    'BERPIRSYAR, RAYEDAR IN’    Bi domdarî Çîçek wiha got: “Yagmekan nikare dûr bibîne, laşê wî zêde dişewite û sor dibe. Nexweşiyên mîdeyê yên weke reflû û gastrîtê pê re hene. Dermanan bi kar tîne lê rewşa wî na guhere. Her wiha nexweşiya prostatê pê re heye. Di tevahiya rojê de di çûna daşirê de pirsgirêkan dijî. Beriya şewbê hat diyarkirin ku divê ji ber fîstûl û hemoroîtê du emeliyatên cuda bibe lê ji ber pirsgirêkên di dema pandemiyê de nebirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiya dawî, birina beşeke Zanîngeha Egeyê û li bendê ne. Divê di zûtirin demê de bê emeliyatkirin. Hemû raporên nexweşiyên Yagmekan ên li jor hatine destnîşankirin, hene. Divê Yagmekan di zûtirin demê de bê berdan. Nexwe ji hemû encamên neyînî dê desthilatdarî û rayedar berpirsyar bin.”   'ZAROKÊN ME BERDIN’   Piştre jî dayika Yagmekan, Sûltan Yagmekan axivî û ev tişt anî ziman: “Zarokên me nexweşin û nayên dermankirin. Mafên wan tên binpêkirin. Heke nekarin li zarokên me binêrin, bila berdin da ku em wan derman bikin. Em rojekî li pêşiya baroyê û rojekî jî li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê nobetê digirin. Em tenê edaletê dixwazin. Mafê zarokên me jî heye ku weke mirovan bijîn.”