Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in 2022-06-18 14:55:16 AMED - Rojnamevanên endamên Basin-Îşê ji Stenbol û Enqereyê ji bo piştevaniya rojnamevanên girtî hatin Amedê wiha gotin: “Barê hevpîşeyên me kurd li ser milê me ye jî. Ji bo em bêjin rojnamevanên kurd ne bi tenê, li vir in.”  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 16 rojnamevanên hatin girtin, li ber avahiya Produksiyona Arî ku di dorpêça polîsan de daxuyanî da çapemeniyê. Rojnamevanên endamên Basin-Îşê ku ji Stenbol û Enqereyê ji bo piştevaniyê hatin, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.    Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û wêneyên rojnamevanan hat hildan. Rojnamevanên ji bo piştevaniyê hatin Amedê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.    'BAR TENÊ NE LI SER MILÊ WAN E’    Ji rojnamevanan ku ji bo piştevaniyê hatin Amedê Tolga Balci diyar kir ku hevpîşeyên wan di şertên zemhet de rojnamevaniyê dikin. Balci gotina rojnamevan Omer Çelîk “bar li ser milê we ye” bi bîr xist û got: “Wextê ku Omer Çelîk hat girtin gotibû, “bar li ser milê we ye’. Ev bar tene ne li ser milê hevpîşeyên me kurd e. Ji bo em bêjin rojnamevanên kurd ne bi tenê ne li vir in. Em dixwazin 16 hevpîşeyên me tavilê bên berdan. Rojnamevanî ne sûc e.”    'EM HATINE KU ROJNAMEVANIYÊ BIPARÊZIN’    Rojnamevan Sîbel Yukler jî anî ziman ku ji bo ew piştevaniya rojnamevanên hatine girtin û rojnamevaniyê biparêzin hatine Amedê û got: “Ev ne cara ewil e ku hevalên me yên rojnamevanên kurd tên girtin. Hevalên me wek Nedîm Turfent ku di sala 2016’an de hat girtin û hê jî girtî ye hene. Ev ne ewil e û ne jî dawî ye. Di 20’ê kanûna 20211’an de dem abi dehan rojnamevanên kurd hatin girtin, bûyerên mezin qewimîn. Li vî welatî rojnamevan kengê bên girtin, bizanibin pişt re felaketên mezin diqewimin. Divê raya giştî li cem rojnamevanên girtî be. Divê her kes mafê nûçe girtinê biparêze. Em hevalên me yên girtî ji qadê nas dikin. Em bûyerên Ceylan Onkol, Kemal Kurkut, Îpek Er bi bîra xwe bînin. Em hevalên xwe ji wan bûyeran nas dikin. Em ji bo vê li vir in. Em ê her tim rojnamevaniyê biparêzin.”    ‘EM JI BO 4 ROJNAMEVANÊN JIN LI VIR IN’    Li ser navê di Rojnamevaniyê de Koalîsyona Jinan Ceren Îskît jî ku ji bo piştevaniyê hat Amedê axivî û wiha got: “Em ji bo piştevaniya 16 rojnamevanên girtî hatine vir da ku piştevanî mezin bibe. Em ji bo 4 hevalên xwe yên jin ku hatin girtin li vir in. Rojnamevanên jin an tên darizandin an tên girtin. Rojnamevanên jin tenê xebata rojnamevaniyê dikin û li pey heqîqetê dibezin. Rojnamevanî ne sûc e. Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”    Piştî axaftinan navê 16 rojnamevanan yek bi yek hat xwendin û beşdaran bi yek dengî got, “li vir e.”