‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’ 2022-06-18 15:08:02   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 406’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Methî Aykaç ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin û xwest ku di zûtirin demê de were berdan.    Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 406’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Methî Aykaç ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate dayîn û pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş werin berdan” hatibû daliqandin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û da zanîn ku kîstê li ser aliyê çepê yê mejiyê girtiyê nexweş Aykaç, xetereyeke mezin li ser jiyana wî çêdike.    ‘GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE’    Bi domdarî Çevîrmen anî ziman ku gurçika çepê ya Aykaç qels bûye û wiha domand: “Her wiha pirsgirêka bêhntengiyê bi Aykaç re heye. Aykaç baş nabihîze. Diviyabû nexweşiyên wî yên giran her tim di bin kontrolê de bûna û bihatina tedawîkirin lê belê di dema pandemiyê de ev tedawî û tetkîk baş nehatin kirin û di hatin û çûna nexweşxaneyê de jî pirsgirêk jiyan. Di nameyekê de got ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin lewma derfet nînin ku baş bê dermankirin. Lewma ji bo tedawîkirina van nexweşiyan şandine nexweşxaneyeke baş a Wanê û Erziromê.”    ‘DERFETA DESTWERDANA LEZGÎN TUNE YE’    Herî dawî jî Çevîrmen ev agahî pave kirin: “Divê girtiyên nexweş bişînin bajarên ku nexweşxaneyên wan ên baş hene. Nexwe xetereyeke mezin li ser jiyana wan çêdibe. Her wiha Aykaç li cihekî ji malbata wî dûr tê ragirtin. Dixwaze were sewqkirin. Ji ber nexweşiyên giran divê Aykaç her tim bê tedawîkirin. Lê belê ji ber ku nexweşxaneyên baş dûr in, ev derfet ji holê radibe. Lewma divê di zûtirin demê de bişînin girtîgehekî nêzî malbata wî û nexweşxaneyên baş lê hene. Her wiha em dixwazin ku ji bo girtiyê nexweş rapora şandeyê bê dayîn û înfazkirina cezayê wî bê taloqkirin.”