Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin 2022-06-18 16:14:38   WAN - Dayikên girtiyan derheqê binpêkirinên li girtîgehan axivîn û xwestin ku bila dawî li binpêkirinên li girtîgehan bê. Dayikan wiha bang kirin: “Zarokên me bêxwedî nînin û em bi wan re ne.”    Binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 605 jê giran bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Dayikên girtiyan jî derheqê mijarê de axivîn û diyar kirin ku ew van binpêkirinan qebûl nakin û banga piştevaniyê li hemû kesî kirin.    Dayika Naîm Turkoz ku ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Edeneyê tê ragirtin, Nazîfe Turkoz diyar kir ku girtî li zindanê di nava zindaneke din de dijîn û wiha got: “Gelek binpêkirin li dijî girtiyan tên kirin. Polîtîkaya zext û zilmê ya li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe. Em van derhiqûqiyên li dijî zarokên me tên kirin qebûl nakin. Em dixwazin ku ev binpêkirinên mafan êdî bi dawî bibin. Zarokên me bêxwedî nînin. Dewlet bi van sepanan dixwaze çi bike? Zimanê me qedexe dike, me digire û dikuje. Daxwazên gelê kurd daxwazên rewa ne û zarokên me ji ber parastina van mafan tên darizandin. Bila êdî dawî li vê polîtîkaya şer û zilmê bînin. Em dixwazin êdî li vê xakê aştî û biratî serwer be.”    ‘POLÎTÎKAYEKE BIZANEBÛNE’    Derheqê mijarê de dayika Vedat Sarî ku ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, Remziye Sarî destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn girtiyan dibe deverên ji malbatên wan dûr û wiha domand: “Dixwaze malbat û girtiyan bêzar bike. Ji ber ku girtîgeha zarokê min lê dimîne dûr e, ev 4 sal in nikarin biçim serdana wî. Bi zanebûn wiha dikin. Hem girtîgeh dûr e û hem jî nexweş im. Lewma nikarim biçin serdana wî. Heman mexdûriyetê malbatên din jî dijîn. Li gel vê yekê her wiha girtiyan îşkence dikin, xerab nêzî wan dibin û cezayê hucreya yekkesî didin wan. Weke malbatên girtiyan em vê yekê qebûl nakin. Bila binpêkirinên mafan û mirinên biguman bi dawî bibin.”    ‘SEPANÊN KEYFÎ NE’    Dayika girtiyê bi navê Mert Ekîncî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Şefîka Ekîncî jî destnîşan kir ku sepanên dijdemokratîk û derhiqûqî yên li dijî kurdan zêde bûne û mînaka herî şênber jî girtîgeh in. Ekîncî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Gardiyanên li girtîgehan di çarçoveya fermana dewletê de gelek sepanên derhiqûqî li girtiyan ferz dikin. Yek ji van sepanan di qanûnan de nînin û bi temamî jî sepanên keyfî ne. Zarokên me bêxwedî nînin, em bi wan re ne û neheqiyên heyî qebûl nakin.”    ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’   Têkildarî mijarê dayika Girtiyê bi navê Mehmet Mîraç Dînç ku ev saleke li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê tê ragirtin, Keve Dînç jî bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Em van binpêkirina qebûl nakin. Gardiyan her tim gefan li wan dixwin. Weke ku malbatên wan girtiyan nebin tevdigerin. Divê ji bîr nekin ku malbatên tevan jî hene û bi wan re ne. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Divê ev binpêkirinên li dijî girtiyan di zûtirin demê de bi dawî bibin.”