‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî' 2022-06-19 09:02:30   AMED - Amediyan ku bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan, diyar kirin ku rojnamevanên kurd ji ber ku rastiyên li xwe desthilatê naçin nivîsandine hatine girtin û gotin: "Dê dor bê kesên bêdeng mane jî."    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kesên hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de ji kesên binçavkirî 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin girtin. Bertekên li dijî girtina rojnamevanan didomin.   Şêniyên Amedê destnîşan kirin ku dê dor bê kesên ku li ber girtina rojnamevanan xwe li bdêengiyê danîne jî û xwestin piştevaniya ji bo rojnamevanan bê xurtkirin.    ‘DIXWAZIN KURD BITEPISIN'‘   Welatî Şehmûs Başkan diyar kir ku ew girtina rojnamevanan şermezar dike û got: "Rojnamevan ji ber ku rastiyê dinivîsin û zilma dewletê eşkere dikin tên girtin. Dewlet dixwaze kurd bitepisin. Lê kurd ne kurdên berê ne. Kurd şiyar bûne."    Nûr Kazan jî got: "Rojnamevanên hatin girtin ji ber ku li axa xwe dan dû mafên xwe hatin binçavkirin. Desthilat naxwaze haya gel ji rastiyan çêbibe." Kazan bibîr xist ku hikûmet rojnamevanên li gor dilê wê nûçeyan çêdike xelat dike û yên din jî digire.    ‘KESÊN WEK WAN NAAXIVIN DIDARIZÎNIN'   Salîh Kizil jî bilêv kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tê binpêkirin û got: "Kesên wek wan naaxivin didarizînin. Li Amedê tu şopa Komara Tirkiyeyê nemaye. Hemû rûxiyan, hatin firotin, hatin pêşkeşkirin. Rojnamevanên van tiştan, van rastiyan dinivîsin tên girtin."    ‘DÊ DOR BÊ WAN JÎ'   Kizil bilêv kir ku ev çewisandinên li ser çapemeniyê tenê ne li ser rojnamevanên kurd e û got: "Ew berê xwe didin hemû kesên muxalif. Dê dor bê kesên li qeraxê temaşe dikin jî. Çi dîndar, sosyalîst çi jî ateîst divê hemû kes di warê mafên mirovan de bibe yek. Ger em di van mafên hevpar de nebin yek dê her kes nesîbê xwe ji vê bigire. Di provakasyonên bi vî rengî de dora ewil a kurdan e. Ji siyasetmedarên wê bigire heya rojnamevanên wê her kesî digirin."    Welatî Yavûz Aydin jî got: "Armanca van girtinan tepisandin e. Hikûmeta AKP'ê tengijiye. Lewma jib o tepisandina kurdan çi ji desta bê dê bike."    ‘LI WELATÊ BI NAVÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TIŞTEK TUNE YE'     Fîkret Çapan jî destnîşan kir ku desthilat rojnamevanên ku propagandaya wê dike derdixe pêş û got: "Kesên rastiyê, zilmê û komkujiyan dibînin û xwe li bêdengiyê datînin bêdîn û bêîman in. Em gava rastiayn dibin tên girtin. Em cihêkarî, kedxwarî û eciqandinê qethiyen qebûl nakin."    ‘ARMANC ÇAVTIRSANDIN E'   Mûstafa Nasirhanli jî diyar kir ku desthilata AKP'ê hemû kesên ne ji xwe bi hincetên cuda digire û got: "Armanca van girtinên belesebeb çavtirsandin e. Desthilat çapemeniya li gor dilê wê diaxive derdixe pêş û yên din jî naxwaze wan bibîne. Lê çi dibe bila bibe emê bitêkoşin."    MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ   Tarik Hanazay jî got: "Astengkirina çapemeniyê di heman demê de astengkirina mafê nûçewergirtinê yê gel e jî. Ev ne li demokrasiyê ne jî li azadiyê tê. Cîhan vê yekê şermezar dike, kes vî tiştî teswîb nake. Çapemeniya dibêje ez muxalif im, girtina rojnamevanên krud nîşan nade, lê dibe ku sibê bê serê wan jî."    Kadîr Şînas jî bilêv kir ku li welêt ji sedî 90'ê çapemeniyê çapemeniya hewzê ye û got: "Ev jî dibe sedema ku çapemeniya rast, çapemeniya kurdî bê tepisandin. Hêvîdar im demildest hiqûq û azadî bê vî welatî."