Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin 2022-06-19 09:57:13   ŞIRNEX - Hate hînbûn ku mamosteyê bi navê Omer K. ku li dibistaneke navçeya Qilebanê dest avêt zarokeke 16 salî, tevî giliyan jî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin.    Hate hîn bûn ku li navçeya Qilebana Şirnexê mamosteyê bi navê Omer K. dest avêtiye zarokeke 16 salî. Bûyera ku li dibistaneke seretayî ya li Qilebanê qewimî ye, bi gilîkirina xwendekar derket holê. Hat ragihandin ku zarok gelek caran bi êrîşa zayendî re rû bi rû maye û bûyera herî dawî di 21’ê Adarê de hatiye jiyîn. Zarok piştî ku bûyerê ji rêvebiriya dibistanê re dibêje şûnde derbarê faîl Omer K. de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Lê belê lêpirsîna îdarî nehat destpêkirin.   Hate hînbûn ku zaroka 16 salî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku gelek caran ji aliyê faîl ve rastî êrîşa zayendî hatiye, lê belê faîl Omer K. sûcdarî qebûl nekiriye. Li aliyê din hat zanîn ku zarokê ji ber zextan di 28’ê Adarê de giliya xwe paş ve kişandiye. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat îdîakirin ku Omer K. berê jî gelek zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû hiştine. Hate diyarkirin ku derbarê faîlê êrişa zayendî Omer K. de tu kirarî nehatine kirin û faîl şandine dibistaneke gundekî girêdayî navçeyê.