Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand 2022-06-19 12:48:09   RIHA - Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê didomine, bal kişand ser Roja Bavan û ev peyam parve kir: “Hecî Esvet jî bavek bû. Herî dawî ji bo ku zarokên xwe bibîne çû nexweşxaneyê û careke din venegeriya.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 468’emîn de didome. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê bi minasebeta Roja Bavan li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi wêneyekî Hecî Esvet Şenyaşar, ev peyam parve kir: “Hecî Esvet jî bavek bû. Herî dawî ji bo ku zarokên xwe bibîne çû nexweşxaneyê û careke din venegeriya. Cihê goro wî jî bû mijara lêpirsînê lê kesê pirsa ku kê kuştî ye pirs nekir. Roja hemû bavên ku bêsûc di girtîgehê de ne û di rojên zor û zehmet de xwedî li zarokên xwe derdikevin pîroz be. #RojaBavanPîrozBe(#BabalarGünüKutluOlsun)"