​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê 2022-06-19 21:00:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 9'emîn Kongreya PYD’ê de Asya Ebdullah û Salih Muslim weke hevserok hatin hilbijartin.      Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, 9'emîn Kongreya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku duh bi beşdarbûna 700 delegeyan li bajarê Hesekê dest pê kiribû, didome. Îro di roja duyemîn a kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim weke hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin. Kongre, bi hilbijartina endamên meclisa giştî ya partiyê ku ji 145 endaman pêk tê didome. Piştre jî dê endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê bêne hilbijartin.   Wê kongrê bi encamnameyekê bi dawî bibe.