Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin 2022-06-20 09:06:41   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê, doznameya derbarê parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû û 5 kesan de hat amadekirin. Di doznameyê de sûcdariya "Îstismara zayendî" , "Gef" , "Bêparhiştina ji azadiyê ya kes" , "Fûhûş" û "Tacîz" li bersûcan hat kirin.   Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz ê bi navê Cengîz Aydemîr û 5 cerdevanan 4 salan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zaroka 15 salî ya bi navê S.A. ku bi dêmariya xwe re dijiya kiribûn. Di 27'ê mijdara 2021'an de li ser vegotina zarokê ya ji xizmekî xwe re ev destdirêjî derketibû holê û giliya tecawizkaran hatibû kirin. Li ser vê di 19'ê adarê de Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û demariya zarokê B.A hatibûn girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû pêkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi dawî bû û dozname hat amadekirin. Dozname ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.    NAVÊN NÛ LI DOSYAYÊ HATIN ZÊDEKIRIN   Di doznameyê de derket holê ku kesên bi navê Metehan Bayram û Onur Yildiz jî dest dirêjî zarokê kirine û jinapa wê Z.Y. jî alîkariya destdirêjiyê kiriye.    SÛCDARIYÊN DI DOZNAMEYÊ DE    Di doznameyê de bi sûcdariya "Fûhûş" û "Gefê" ji demariya zarokê B.A ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyê re ceza tê xwestin. Dîsa di doznameyê de sûcdariya "Bêparhiştina ji azadiyê ya kes" , "Gef" û "Îstismara zayendî ya biwesf" li parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz ê bi navê Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz tê kirin. Di doznameyê de li Metehan Bayram sûcdariya "Êrîşa zayendî ya hêsan" û "Bêparhiştina ji azadiyê ya kes", li jinapa zarokê Z.Y. sûcdariya "Bêparhiştina ji azadiyê ya kes" û "Alîkariya êrîşa zayendî" û li Onûr Yildiz jî sûcdariya "tacîza zayendî" hat kirin.    TRAFÎQA TELEFONÊ WAN DEREWAND    Li gorî doznameyê, bersûcan di îfadeyên xwe de sûcdariyên li xwe qebûl nekirine û tiştên qewimîne weke "buxtan" nirxandine. Bersûcan, di parastinên xwe de angaşt kirine ku hev nas nakin. Lê di qeydên HTS'ê de derket holê ku bersûc timik bi telefonê bi hev re axivîne. Axaftinên li ser telefonê yên di navbera damariya zarokê B.A. Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz de di raporên pisporan de jî cih girtin. Hat tespîtkirin ku her sê kesan axaftinên dirêj bi hev re kirine.    ÎFADEYA ZAROKÊ Û DELÎL LI HEV TÊN   Di doznameyê de tê diyarkirin ku îfadeyên ku zarokê daye û delîl li hev tên û bersûcan hewl daye sûcê xwe biveşêrin. Her wiha di doznameyê de hat destnîşankirin ku ji ber di navbera zarok û bersûcan de neyartî çênebûye tu sedem tuneye ku zarok buxtanan bike.   DANIŞÎN DI 5'Ê ÎLONÊ DE YE    Yekemîn danişîna dozê wê di 5’ê Îlonê de bê dîtin.