Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere 2022-06-20 10:43:28   ENQERE - Doç. Dr. Tezcan Durna diyar kir ku li dijî girtina rojnamegerên kurd bertekeke baş nehate dayîn û wiha got: “Heke li dijî hemû cureyên zextan ên li dijî rojnamegerî û rojnamegeran reaksiyoneke wekhev bihata nîşandan, desthilatdariyê dê nekariya ewqas bêperwa zext bikirana.”    Di 8’ê hezîranê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Di 16’ê hezîranê de ji binçavkiriyan 16 rojnameger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di pêvajoya binçavkirina rojnamegeran de “Qanûna sansûrê” jî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê dihat nîqaşkirin û di şeva 15’ê hezîranê girêdayî 16’ê hezîranê dike de hate qebûlkirin. Wisa tê şîrovekirin û nirxandin ku bi qebûlkirina vê qanûnê re dev ji pêşîlêgirtina zextên li ser çapemeniya muxalîf û kurd berde, êdî bermahiyên herî biçûk ên çapemeniya azad jî dê werin tunekirin.    Têkildarî zextên li ser rojnamegeran û “Qanûna sansûrê”, Akademîsyenê Aştiyê Doç. Dr. Tezcan Durna ku ji Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê hatibû îxrackirin bi ajansa me re axivî.      GEFAN DIXWIN   Tezcan Durna anî ziman ku operasyona li dijî rojnamegeran hatiye kirin di demên berê de li dijî rêveberiya Rojnameya Cumhuriyetê ya berê jî hate kirin û wiha got: “Li wir gelek kes hatin binçavkirin û bi cezayên giran hatin darizandin. Wisa xuya dike ku niha gefê li derdoreke din dixwin. Dema em ji hêla civakî dinihêrin, dibînin ku bi girtina 16 rojnamegeran re gefê li kurdan dixwin. Li gorî texmîna min, hewl didin pêşî li ber piştevaniyeke HDP’ê ya bi Tifaqa Milet re bigirin û gefan dixwin. Mirov dikare vê yekê di asta mîkro de weke parçeyeke planeke stratejîk bixwîne.”    ‘PIRSGIRÊKA ESASÎ NÎŞANNEDAYÎNA REAKSIYONÊ YE’    Bi domdarî Durna diyar kir ku dewlet ji salên 90’î heta niha li dijî rojnamegerên kurd di nava helwestekî taybet de ye û wiha domand: “Lê belê zexta desthilatdariya AKP’ê di salên dawî de ne tenê li dijî rojnamegerên kurd e. Pirsgirêka esasî ew e ku derdorên cuda yên civakê li dijî zextên ser rojnamegerên kurd reaksiyoneke têrker nîşan nadin. Desthilatdarî heman helwestê nîşanî her rojnamegerên baş dide. Dema mijara behsê xeberê bû rojnamegerên kurd, ne rêxistinên rojnamegeran û ne jî derdorên din ên civakê bertek û reaksiyoneke baş nîşan nadin. Li gorî min bingeha pirsgirêkê ji vir diqewime. Desthilatdarî vê rewşê baş bi kar tîne û ji hev diqetîne, parçe dike û birêve dibe. Lê belê bêyî ku mirov li nasnameyên olî, etnîkî û hwd. binêre, divê li dijî her cureyên zextan ên li ser rojnamegeriyê heman bertek û reaksiyonê nîşan bide. Heke wisa bihata kirin, desthilatdariyê nedikariya ev zext ewqas bêperwa bikira. Divê bibêjin ‘rojnamegerî ne sûc e’ û tevgerekî li gorî vê hebe.”    ‘REWŞA AKP’Ê BAŞ NÎNE’    Di berdewamê de Durna destnîşan kir ku dema bi awayekî makro li mijarê tê nihêrtin, tê dîtin ku zextên heyî ne tenê li ser rojnamegerên kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derheqê hemû kesên nelirêtiyên desthilatdariyê teşhîr dikin û heta ENAG’ê ku daneyên enflasyonê parve dike jî lêpirsîn tên vekirin. Ev tevek nîşan didin ku desthilatdariya AKP’Ê di rewşeke xerab de ye. Ji bo xwe xelas bike jî dê serî li her cureyekî zextê bidin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û bi Qanûna Dezenformasyonê re dê her astengiyên li pêşiya destilatdariyê bên rakirin. Dixwazin wisa bi rojnamegeriyê bikin ku kesek nekare vî karî bike.”    Durna, daxuyand ku di Qanûna Dezenformasyê de sererastkirinek ji hev pir cuda li cihekî hatine komkirin û wiha nirxand: “Di mijara sepandina wê de tiştekî zelal nîne. Gelek tiştên di vê pêşniyarqanûnê de ji xwe di qanûnan de hene. Lê belê dixwazin bi vê pêşniyarqanûnê re nezelaliyekî di hemû qanûnan de çêbikin û hiqûqê li gorî dilê xwe bi kar bînin. Heke hesab jê were pirsîn jî dê bibêjin ‘me li gorî hiqûqê kiriye.’ Amadekariya vê dikin. Lê tiştekî ji bîr dikin. Ev guherînên ku kirine tevek jî dê rojekî bi serê wan ve bibin bela. Ew dê bi van sererastkirinan bên darizandin.  Mînak, tawana sûc a ‘belavkirina agahiyên xapîner’ tiştekî ne zelal e. Dikare bi keyfî bê nirxandin. Bi vê yekê re dê mafê azadiya îfadeyê dê heta dawiyê bê bisînorkirin.”    ‘YA KU HEDEF TÊ GIRTIN ROJNAMEGERÎ YE’   Herî dawî jî Durna ev tişt anî ziman: “Bi biryarên RTÛK’ê jî diyar e ku her çende ku nûçeya rojnameger ji çavkaniya xwe girtî û belgeyên wê heyî hebin jî, dê di çarçoveya vê qanûnê de bikarin bibêjin ‘belavkirina agahiyên xapîner’ û ceza bidin. Ev yek jî dê bike ku rojnamegerî êdî nema dikare bê kirin. Rojnamegerî ew nîne ku îcraetên desthilatdariyê bi zimanê wan vebêjî. Di esasê xwe de ji qanûna dezenformasyê re mebest dikin ku dengên ku xeletiyên desthilatdariyê derdixin meydanê qut bikin.”   MA / Zemo Aggoz