Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin 2022-06-20 13:02:34   COLEMÊRG - Li gundên Dêrebanî, Rewşene û Derya yên navçeya Şemzînanê ku duh lê şer derketi bû, operasyoneke nû hate destpêkirin.    Li gundên Dêrebanî, Rewşene û Derya yên navçeya Şemzînanê yên Colemêrgê duh saet di 17.00’an de di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de pevçûnên dijwar qewimîn. Di saetên ku pevçûn qewimîn jî qadên bejahiyê bêserûber hatin bombekirin. Cenazeyên 2 kesên ku hate diyarkirin di şerê navbera gundên Derya û Dêrebanî de derketin jiyana xwe ji dest dane rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Dîsa hate diyarkirin ku di pevçûnan de gelek leşker û cerdevan hatine birîndarkirin. Hate bilêvkirin ku leşker û cerdevanên birîndar bûne ji bo tedawiya wan were kirin, anîna Nexweşxaneya Sahrayê ya li Fermandariya Cendermeyan a Geverê.    LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ BERDEWAM DIKE   Piştî pevçûnên zêde ên qewimîn li herêmên Derya, Dêrebanî, Rewşene, Seranser, Nêrdoşe û Kampa Diriyan operasyoneke leşkerî ya nû hate destpêkirin. Gelek maşîneyên zirxî û helîkopter ji Geverê sewqî herêma operasyonê hatin kirin. Li qadên ku operasyona leşkerî hatiye destpêkirin liv û tevgera ÎHA, SÎHA û helîkopteran berdewam dike.    LEŞKER SEWQÎ ÇIYAYÊ SIPÊRÊZÊ KIRIN   Operasyona ku artêşa tirk di 31’ê Gulanê de li qada Çiyayê Sipêrêz ê girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê daye destpêkirin jî di roja 21’emîn de berdewam dike. Operasyon ji bilî gundên Pagê, Tiloran a Jêr û Jor, Kuçe, Zîzan, Memkava, Meşkan, Kêlban, Yekmala Jor û Jêr, Darê, Kaportê, Çardiwar, Mûşan, herêmên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topizawa jî digire nava xwe. Hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonan de bi helîkopteran esker danîne gundê Tiloran û leşkeran gund û derdora wî dorpêç kirine.