Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin 2022-06-20 15:04:52   ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan di danişîna Doza Mûsa Anter de ku dê di meha îlona îsal de bi demborînê re rûbirû bimîne axivî û diyar kir ku divê ji bo îfadeya bersûc Abdulkadîr Aydan were girtin zêde neyê sekinandin û got: “Sûc sabî in. Divê gavek beriya gavê bersûc werin cezakirin.”    Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’yan de li semta Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza derbarê kuştina Apê Mûsa de li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 6’emîn hat lidarxistin.    Doza Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û doza Ayten Ozturk a di sala 1993’yan de ji aliyê Mahmut Yildirim ê bi nasnaf “Yeşîl” ve hatibû kuştin kirin yek. Doza Anter bi demborînê re rûbirû maye û ji demborînê re 3 meh maye. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û gelek parêzer û kes tev li danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de hat diyarkirin ku têkildarî mirina bersûc Cemîl Işik ê Elmanyayê ku derbarê wî de polîsan ji Wezareta Dadê agahî temin kiriye, lê bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn.    XWESTIN BEŞDARÎ DOZÊ BIBIN   Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di danişînê de axivî û daxwaz kir ku ÎHD beşdarî dozê bê kirin. Parêzer Alîşan Şahîn jî li ser navê OHD’ê axivî û xwest ew jî wek OHD’ê beşdarî danişînê bibin.    ‘LI SER DAXWAZA ERDOGAN PAŞVE ANÎNA AYGAN TÊ XWESTIN’   Lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî axivî û got: “Bi salan e îfadeya Abdulkadîr Aydan nehatiye girtin. Lê niha bi fermana Erdogan tê xwestin ku Aydan ji Swêdê bînin Tirkiyeyê. Ev rewşekî bi nakokî ye. Xwezî heta niha îfadeya wî bihata girtin.”    DAXWAZA CIHÊKIRINA DOSYEYÊ    Ji parêzerên dozê Nuray Ozdogan jî bal kişand ser rîska demborîna dozê û got: “Di mijara demborîna ceza de hûn biryarekê bidin, em beyanên xwe dubare dikin. Bi qestî tê xwestin ku doz bi demborînê re rûbirû bimîne. Em dibêjin ku divê demborîn nebe mijara nîqaşê jî. Em li bendê ne ku dadgeha we şertên civakîbûna vê cînayetê binirxîne û bigihîne encamekê. Em dixwazin div ê dosyeyê de xala 72’emîn a TCK’ê were sepandin. Di vê astê de 30 sal in em li benda girtina bersûcan in. Em daxwaza xwe ya cihêkirna dosyeyê dubare dikin. Heke hûn daxwaza me red bikin, divê li benda îfadeya Aygan jî neyê rawestandin. Jixwe sûc sabît in. Em dixwazin gavek beriya gavekê bersûc werin cezakirin.”    DAXWAZA BEŞDARIYÊ HAT REDKIRIN    Parêzerên bersûcan xwest daxwaza beşdariya parêzer û saziyan bê redkirin. Dozger têkildarî daxwazan mutalaya xwe da û daxwaza beşdariya ÎHD û OHD’ê ya dozê bi hêceta “rasterast ji sûc xesarê nedîtine” red kir.    Dadgehê jî biryara xwe ya navberê eşkere kir û daxwaza beşdariya dozê ya ÎHD û OHD’ê bi heman hêcetê red kir. Daxwaza ku şertê kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim were rakirin hat redkirin.    Serokê dadgehê daxwaza dosye were veqetandin jî red kir û danişînê taloqî 15’ê îlonê kir.