Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin 2022-06-20 16:38:58 HATAY - Dayik û keça xwe bi hêceta flamaya kesk, sor û zer di Newrozê de xistine deste xwe doz li wan hat vekirin. Derket holê ku li qereqolê tevî ku dayik û keça xwe bi tirkî nizanibûne jî îfadeya wan bêparêzer û bêwergêr hatiye girtin.    Li navçeya Dortyola Hatayê di pîrozbahiya Newrozê ya di 22’yê adara 2015’an de û di newroza îsal de Mencî Orman (67) û keça xwe Şahîde Orman Ozek bi flamaya kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyan bûbûn. Bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” derbarê dayik û keça wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Dayik û keça xwe di 22’yê adara îsal de hatin binçavkirin û piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.    Dozgeriyê lêpirsînê qedand û bi heman îdiayê derbarê dayik û keça wê de dozname amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê dozname qebûl kir. Derket holê ku li gel Orman û keça xwe bi tirkî nizanibûne jî li midûriyeta polîsan îfadeya wan bêparêzer û bêwergêr hatiye girtin.    'MIN TEMEZIYÊ LI ZENDA XWE PÊÇA’    Divê danişîna doza dayik û keça wê di 28’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê ya 3’yemîn bihata lidarxistin. Lê belê di encama nivîsa muzakereya dadgehê de parastina Orman îro li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Dortyolê ya 3’yemîn hatiye wergirtin. Îfadeya Orman bi navbeynkariya wergêr hat girtin û sûcên li ser xwe red kir û got: “Ez çûm wir. Li wir rûniştim. Min li erdê temîzyek dişibe laçikê li wir dît. Min jî rakir û li zenda xwe pêça. Pişt re hatim malê. Polîs hatin ba min û gotin tişta te kiriye destê xwe qedexe ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”    BI TIRKÎ NIZANE   Parêzera Orman, Mehta Sert parastina miwekîla xwe kir û destnîşan kir ku miwekîla wê bi tirkî nizane, li qereqolê tevî ku bi tirkî nizane jî îfadeya wê bêwergêrê kurdî û bêparêzer hatiye girtin. Sert got ew lewma îfadeyên li qereqolê qebûl nakin û nabe ev bibe mijara sûc û xwest miwekîla wê bê beraetkirin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen