Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne 2022-06-20 17:35:40   WAN- Akademîsyen Dr. Çetîn Eren diyar kir ku kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne û got: "Kurdên di pozîsyona eqaliyetê de ne, ji nişka ve bûn hêza sereke ya herî xurt a tevgera karkeran a Tirkiyeyê."    Komîsyona Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Koçberî Lêkolînê ya Serhedê li baroya Wanê bi sernavê "Bandorên siyasî û sosyo-çandî yên koçberiya jibêgavî" panelek li dar xistin. Panel bi moderatoriya rêvebira Komleya Koçberî Lêkolînê ya Serhedê Sûltan Kûtlûkê hat lidarxistin û Parlementera HDP'ê ya Wanê Remziye Tosûn, Nûnera Wefqa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Sevîm Çîçek û akademîsyen Dr. Çetîn Eren jî wekî axivêr tevli panelê bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr jî di nav de gelek welatî wekî guhdarvan tevli panelê bûn.     Moderatora panelê Sûltan Kûtlûk anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bajarên herî zêde kes koçî wê dikin yek jê Wan e. Kûtlûk bilêv kir ku ji ber qedexeyên li bajêr herêmên sînor ji mirovan tên xalîkirin û got: "Li herêmê pêvajoyeke wekî ya salên 90'î heye."    Parlementera HDP2ê ya Amedê Remziye Tosûn jî diyar kir ku her kes bandorê ji koçberî û sirgûnan digire û got: "Di slaên 90'î de gund û xaniyên kurdan hatin şewitandin. Kudên di van salan de sirgûnî emtrepolan hatin kirin bi polîtîkayên şerê taybet bi bişavtinê re rû bi rû man. Kurd 100 sal in ji bo nasnameya xwe û statuya xwe têdikoşin. Di navbera 4 dewletan de sînorên erdnîgariya kurdan hat xêzkirin. Bi vî awayî kurd hatin parçekirin û bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû man."    Tosûn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wan salan cinayetên kiryar nediyar çêbûn. Malbatên wan hê jî li hestiyên zarokên xwe digerin. Kurdên doza mafên xwe kirin bi qirkirin û bişavtinê re rû bi rû man. Koçberiya jibêgavî ay salên 90'an piştî berxwedana xwerêvebiriyê jî çêbû. Kurd cara dudoyan bi koçberiyê re rû bi rû man. Dixwazin kurdan qir bikin, zimanê wan û jiyana wan qir bikin. Polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan 100 sal in heman polîtîka ne. Kurd hê jî bi koçberiyê re rû bi rû dimînin."    Akademîsyen Dr. Eren Çetîn jî bal kişand ser têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û got: "Li Tirkiyeyê kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne. Têkoşîna kurdan ji salên 1890'an ve heye. Xizaniya kurdan ne xizaniyeke aborî ye. Kurd ji derfetên xwe bi xwe rêvebirinê û diyarkirina çarenivîsa xwe bêpar in. Lewma kurdên têkoşer hêza motorî ya demokrasiyê ne."    Çetîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên salên 90'î û got: "Di salên 90'î de li Krudistanê koçberiyek mezin rû da. 3 milyon kedkar mecbûr man koç bikin. Ev kesên koç kirin li rojavayê Tirkiyeyê çîneke proleter çêkirin. Krudên di pozîsyona eqaliyetê de ne ji nişka ve bûn hêza sereke ya herî xurt a tevgera karkeran a Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê mîtînga karkeran ne 1'ê Gulanê, Newroz in. Kurdan li Tirkiyeyê tişta nebûyî derxistin holê."    Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek jî destnîşan kir ku li vê erdnîgariyê bi dehan komkujî çêbûne lê dewletê tu carî nêzî ehvrûbûnê nebûye û got: "Ziman û adeta dewletê her tim wekhev bûye." Çîçek binpêkirinên mafan ên di dema 'berxwedana xwerêvebiriyê' de bibîr xistin û got: "Bajar, tax û xanî hatin bombekirin. Mexdûriyeteke mezin rû da. Welatî bi dîmenine tirsnak re rû bi rû man. Ma dewlet zilmeke wisa li welatiyên xw edike? Tişta ev jê re dibêjin demokrasî, sernixumandina sûcan e. Wê demê komkujî hatin kirin. Ev feraset feraseteke pir talûke ye."