Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2022-06-20 23:18:07   AMED - Cenazeyê Mehmet Suleymenoglû yê HPG'î ku di 17'ê Hezîranê de li Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça eskeran de hat veşartin.    Cenazeyê Mehmet Suleymanoglû (Dijwar Doktor) ê HPG'î ku di 17'ê Hezîranê de li bejahiya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, îro piştî teşxîskirinê ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat wergirtin.    Malbatê piştî cenaze wergirt bir gundê Cirnoqî yê Hezroyê yê Amedê. Di dema birina cenaze de nûnerên MEBYA-DER, MED-DER, DBP, HDP û TÛAY-DER'ê jî hevrêtiya malbatê kirin.   Eskeran li têketina gund wesayîta cenaze dan sekinandin û ji xeynî ferdên malbatê nehiştin kes cenaze veşêre. Ferdên malbatê piştî wecîbeyên dînî cenazeyê Suleymanoglû veşartin.