ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-21 09:00:02   * DAIŞ'ê di 5'ê Hezîrana 2015'an de êriş biribû ser mîtînga HDP'ê ya li Amedê. Piştî êrişê 10 polîs bi sûcê" îhmalkarina peywirê" hatibûn darizandin û dadgeha herêmî jî derbarê wan de biryara beraetê dabû. Dadgeha Îstinafê jî biryara beraetê ya dadgeha herêmî erê kir.    * Siyasetmenderên Êzidî diyar kirin ku Meclîsên Gel ên herêmê bi zanebûn têne hedef girtin û gotin: “Ji bo ku Êzdî li Şengalê li ser axa xwe nebine xwedî îrade û di pergaleke nû de hebûna xwe temsîl nekin êrîş dikin. Bi hedef girtina Meclîsên Gel vê peyamê didin.”   * Jinên ji şeveqê heya êvarî karê tûtinê dikin û heqê keda wan bi dest wan nakeve, diyar kirin ku herî zêde keda jinan tê xwarin.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû, beriya dîroka peymana îhaleyê ji bo tirkmenên Bismilê bi 430 hezar TL'yî şahiyek li dar xist. Peymana ji bo şahiyê piştî şahiyê bi 13 rojan hat çêkirin.    * Hunermend Onûr Evîn bi albûma xwe ya bi navê "Em Nadin" bal dikişîne ser çewisandinên li ser kurdan û evîna wan a ji bo azadiyê.    * Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ê ku hat girtin 20 sal in di nava çapemeniya azad de ye. Hevpîşeyê wî Hakki Boltan ji bo wî got: "Ruhê Çapemeniya Azad e."   * Rêveberên sazî û sendikayên sivîl yên Amedê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd dan û gotin: “Ne tenê mafê çapameniyê, mafê me yê wergirtina agahiyan jî hatiye binpêkirin.”    * Behiye Sevîm ku kurekî wê di Girtîgeha Akçadag a Meletiyê û kurekî wê di Girtîge Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan bang kir.     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 470'emîn de berdewam bike.    * Doza derbarê rojnamevan Bêrîtan Canozer de hatiyevekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Doza derbarê kujerê Recep Hantaş de polîs Kazim B. ku ji sûcê "kuştina bi qestî" tê darizandin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * MHP, HDP û CHP dê komcivînên xwe yên li Meclisê li dar bixin. (10.45/12.45/13.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş dê li Amedê û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00) ZINDÎ   * Daniş3ina "Doza Akademiyê ya KCK'ê" dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî binçavkirin û girtinên demên dawî li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Li Mêrsînê, Stenbol û Enqereyê rêxistinên jinan têkildarî hindik ceza birîna li kujerê Pinar Gultekîn daxuyanî bidin. (18.00-19.30)    * NÇM bi wesîleya 21'ê Hezîranê Roja Muzîkê ya Cîhanê li Tunelê şahiyek li dar bixe. (19.00)