Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir 2022-06-21 09:01:58   AMED - DAIŞ'ê di 5'ê Hezîrana 2015'an de êriş biribû ser mîtînga HDP'ê ya li Amedê. Piştî êrişê 10 polîs bi sûcê "îhmalkarina peywirê" hatibûn darizandin û dadgeha herêmî jî derbarê wan de biryara beraetê dabû. Dadgeha Îstinafê jî biryara beraetê ya dadgeha herêmî erê kir.    Di 5'ê Hezîrana 2015'an de DAIŞ'ê êriş biribû ser mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê. Di êrişê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 210 kes jî birîndar bûbûn. Piştî êrişê derbarê 10 polîsan de bi sûcê "îhmalkirina peywirê" doz hatibû vekirin. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 14'an a Amedê jî derbarê van polîsan de biryara beraetê dabû. Piştî vê kesên ku zirar dûtibûn îtiraz kiribûn serî li Dadgeha Îstinafê dabûn.   Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya Dadgeha Ceza ya Asliye ya 14'an a Amedê ya derbarê polîs Kanbî Apaydin, Kerîm Karaboga, Mehmet Alî Cîrît, Îbrahîm Yavûz, Ahmet Togaçar, Dûrsûn Ûsta, Fatîh Donmez, Hamdî Yenden, Huseyîn Yildirim û Mehmet Yasîn Ozer de erê kir   Parêzerên xizmên mexdûran dê li hemberî vê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.