Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin 2022-06-21 09:11:40   AMED - Behiye Sevîm ku kurekî wê di Girtîgeha Akçadag a Meletiyê û kurekî wê di Girtîge Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan bang kir.    Her roj li girtîgehan binpêkirinên mafan ên nû rû didin. Behiye Sevîm ku kurê wê Umît Sevîm di Girtîgeha Akçadag a Meletî ya Tîpa T'yê de ye û kurê wê Ozgur Sevîm jî di Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzon a Tîpa T'yê de ye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihand.    Dayik Sevîm diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe Umît Sevîm re axiviye û çûye Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T'yê cem kurê xwe Ozgur Sevîm.    Dayik Sevîm bilêv kir ku kurê wê Umît Sevîm ragihandiye ku li Girtîgeha Akçadag a Tîpa T'yê gardiyan bi awayekî belsebeb li girtiyan xistine » heqaret li wan kirine. Sebîm got: "Kurê min got, hevalên wan bi tena serê xwe di hucreyê de ne û gardiyanan hevalekî wan bi erdê ve kaş kiriye û îşkence lê kirine. Kurê min got, girtiyên îşkence li wan tê kirin dengê wan tê heya cem wan . Gardiyan êdî meşa girtiyan jî ji xwe re dikin hincet û ji ber vê tahdeyê li wan dikin."    ‘GIRTÎ BI PEREYÊ XWE DERMANAN DIKIRIN'   Dayik Sevîm diyar kir ku piştî sê salan çûye Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê cem kurê xwe Ozgur Sevîm û got, ji ber ku nexweşîna prostat û kezebê pê re heye pir zihîf bûye. Dayik Sevîm ragihand ku girtîgeh xwarinê baş nade kurê wê û wiha axivî: "Êdî bi hesabê kevçiyan xwarinê didin wan. 3-4 kevçî. Fiyetê eşyayên kantînê pir biha ne. Nîv kîlo penêr bi 45 TL'yan û mast bi 30 lîreyan tê firotin. Ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin. Girtiyên nexweş, ji ber ku hin dermanên wan li ser reçeteyê nadin ew bi xwe wan dermanan dikirin. Lê ji ber ku derman biha ne hin girtiyên nexweş nikarin dermanê xwe bistînin."    'ÇIMA ZILMÊ LI ZAROKÊN ME DIKIN?'   Sevîm bilêv kir ku kincên ku ji kurê xwe Ozgur Sevîm re şandine îdareya girtîgehê nedane kurê wê û wiha got: "Min pirsî çima hûn kincên wî nadinê, gotin di depoyê de ne. Çima eşyayên girtiyan nadin wan? Ji ber ku em kurd in van tiştan tînin serê zarokên me. Zarokên serokkomar û Wezîrê Dadê jî hene. Bila empatiyê bikin. Çima zilmê li zarokên me dikin? Zarokên me tên tecrîdkirin. Halbûkî tecrîd sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Jixwe di destên we de dîlgirtî ne. Ma mirov wiha li dîlgirtiyan dike? Kurê min 13 sal in girtiye û heya tiştekî pir dijwar çênebe ji me re nabêje. Dêmeg bi rastî jî rewşa wan nebaş e ku dibêje. Me ji bo hûn îşkenceyê li zarokên me bikin me ew mezin nekirin. Êdî bes e, kêr gihaştiye hestî. Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Ger rayedar çareyekê nebînin ez ê di vî umrê xwe de biçim ber girtîgehê çalakiyê li dar bixim. Ji dêvla ku ez êşa zarokên xwe bibînim hema bimirim ji min re çêtir e. Ez bang li hemû saziyên hiqûqê yê neteweyî û navneteweyî dikim ku di vî warî de hesas bin."    ‘BILA KURÊ MIN BÎNIN GIRTÎGEHEK NÊZÎ ME'   Dayik Sevîm destnîşan kir ku tenê ne kurên wê, di heman demê de hemû malbatên girtiyan jî tên cezakirin û got: "Kurekî min li Meletiyê yek jê jî li Trabzonê girtiye. Ez û bavê wan extiyar bûn. Ji ber nexweşînên xwe em nikarin biçin. Piştî 3 salan ez çûm girtîgehê. Bi min re qelb, nexweşîna çavan, tansiyon, şekir, guatr û gelek nexweşînên din hene. Ez jî nikarim biçim. Lewma dixwazim kurê min bînin girtîgehek nêzî me."    MA / Mehmet Guleş