Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin 2022-06-21 11:22:36   DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê derketina seyranê ya li Çemê Mûnzûrê û Geliyê Pilemûriyê qedexe kir.    Walîtiya Dêrsimê li geliyên Pulurê û Pilemûriyê seyrana “bi agir û bêagir” qedexe kir. Di çarçoveya ku biryarên ji aliyê Komîsyona Têkoşîna Dijî Şewatê ya Daristanan a Walîtiyê hatine girtin ve, dê heta 31’ê cotmeha 2022’yan derketina seyranê ya li geliyên Pilemûriyê û Mûnzûrê qedexe be. Her wiha di biryarên hatin girtin de, li gund û taxên li çolterê heke karê welatiyan hebe jî ketin û derketina daristanan a bêdestûr hat qedexekirin.