Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê 2022-06-21 12:05:21   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê dî roja 470'yî de didomîne, ev tişt got: "Em ji vir rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin wijdan û edaletê."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de li ber derê Edliyeya Rihayê dest pê kir, di roja 470'yî de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê ber edliyeyê û nobeta xwe li mala wan a navçeya Pirsûsê didomîne. Kurê wê Ferît Şenyaşar, hat ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kir. Kesên ku rêya wan bi edliyeyê dikeve Ferît Şenyaşar xwe digihîne wan û serboriya malbata xwe ji wan re vedibêje.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "Li dijî gotina 'kesên ku herî zêde jiyane êşa bêedaletî û zilmê dizanin'; ji bo bêedaletî û zilma ku em dijîn kesên din nejîn 470 roj in em li ber derê edliyeyê radiwestin. Em ji vir rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin wijdan û edaletê."