Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin 2022-06-21 14:05:06   WAN - Derket holê ku belavokên sextê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de li navçe û navenda Wanê ji bo reşkirina HDP'ê hatibûn belavkirin ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin.    Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de li navçe û navenda Wanê ji bo reşkirina HDP'ê belavok hatibûn belavkirin. Derket holê ku ev belavok ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin û belavkirin. Di nav belgeyên ku demeke rojnameger Metîn Cîhan bi navê "Dosya Canîklî" de nivîsandinên li ser Whatsappê jî hene. Di van nivîsandinan de kurê Alîkarê Serokwezîrê demê Nûrettîn Caniklî Fûrkan Canîklî diyar kir ku belavok ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin û bi armanca propagandayê hatine belavkirin. Canîklî, vê yekê bi gotina "Ên ji bo ku piştgiriya oldarên li Rojhilata bigirin li dijî HDP'ê dilîzin." li xwe mikûr tê.    PARLAMENTERÊN AKP'Ê LI SER HESABÊN XWE PARVE KIRIN   Di belavokên mijara gotinê de ev tişt hatibûn nivîsandin: "Ji bo girtina diyanetê dengê xwe bidin HDP'ê! Ji bo rakirina dersa olî ya bi zorê bê rakirin dengê xwe bidin HDP'ê! Ji bo azadiya hevzayendan dengê xwe bidin HDP'ê! Ji bo ku zilam bikaribin bi hev re bizewicin dengê xwe bidin HDP'ê! Ji bo ku hûn bibêjin qibleya mislimanan Qabe be ya HDP'iyan Taksîm e dengê xwe bidin HDP'ê."   Belavokên hatibûn amadekirin li tevahiya navçeyên Wan hatibûn belavkirin û parlamenterên demê yên AKP'ê jî belavokan li ser hesabên xwe yên medya sanal parve kiribûn û pê li dijî HDP'ê kiribûn.