Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir 2022-06-21 14:53:30   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê peykerê helbestvanê kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em, da rakirin.    Peykerê helbestvanê kurd Cergerxwîn yê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di sala 2007'an de hatibû çêkirin ji aliyê qeyûmê Êlihê ve hate rakirin.    Peyker di 23'yê adara 2014'an de jî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve jî ji cihê xwe hatibû derxistin.