Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin 2022-06-21 16:24:56   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di Nobeda Edaletê de bang li malbatên girtiyan hat kirin ku tev li nobedê bibin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 76’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Urla û Çeşmeyê, endamên Platforma Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re Azadî tev li nobedê bûn û pêşmalkên nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin.    Hevseroka HDP’a Navçeya Urlayê di nobedê de axivî û diyar kir ku malbat ji bo girtiyên nexweş li vir in û xwest rayedar li dijî îşkenceya li girtîgehan tiştek bikin.    BANGA TEVLBÛNA NOBEDÊ    Hanim Sever a dayika girtî jî da zanîn ku êdî ew nikarin bi telefonê bi zarokên xwe re biaxivin û her tim telefon tê qutkirin. Sever destnîşan kir ku her roj siyasetmedar, rojnamevan tên girtin û got: “Ez gazî hemû malbatên girtiyan dikim, hûn jî werin piştevaniya me bikin. Em li dijî îşkenceyan li vir in. Em ji aştiyê re jî ji têkoşînê re jî hene. Em wek dayikan dixwazin bila şer bi dawî bibe û kes nemire.”    DIVÊ HER KES LI BER NEHEQIYÊ RABE    Hevseroka HDP’a Navçeya Çeşmeyê Menekşe Ece jî anî ziman ku divê her kesê ku azadî û demokrasiyê diparêze li dijî neheqî û bêhiqûqiyê derkeve û piştevaniyê bide malbatên girtiyan.