Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin 2022-06-22 09:02:09   WAN - Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê Sevîm Çîçek têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirinên biguman destnîşan kir ku peywirdarên cemaweriyê yên xwe disipêrin desthilatê di sûc de israr dikin.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di du salên dawî de jî ji girtiyên ku berdana wan û dermankirina wan hatin astengkirin 59 jê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li gor rapora binpêkirina mafên mirovan a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî tenê di sala 2022'yan de herî kêm 17 girtî jiyana xwe ji dest dane. Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku girtî di warê xwegihandina tenduristiyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û divê civak di vî warî de hesas be.    Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê Sevîm Çîçek têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirinên biguman destnîşan kir ku peywirdarên cemaweriyê yên xwe disipêrin desthilatê di sûc de israr dikin.    Çîçek destnîşan kir ku girtîgeh tim bi binpêkirinên mafan re di rojevê de ne û binpêkirinên mafan jî her diçe zêdetir dibin. Çîçek bi lêv kir ku mafên girtiyan hemû hatine binpêkirin û ji bo girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane jî got, dewlet sûcê cinayetê kiriye.    Çîçek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em dizanin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Hema bibêje pêwendiya girtiyan bi derve re hatiye qutkirin û tên îzolekirin. Girtiyên nayên tedawîkirin. Mixabin dewlet bi hinceta polîtîkayên ewlehiyê vê yekê didomîne. Çendî bi hezaran saziyan daxuyanî daye jî, lê dewlet guh li wan nake. Di demên dawî de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Ev ne mirinine asayî ne, ev cinayet e û di vir de divê berpirsiyariya dewletê neyê jibîrkirin. Mixabin girtîgeh veguherîne mirinxaneyan."    ‘LIV Û TEVGERÊN DIJÎ RÛMETA MIROVAN'   Çîçek da zanîn ku di dema şewbê de girtî di warê xwegihandina tenduristiyê de pir bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha pêde çû: "Di dema şewbê de girtî ji mafê tenduristiyê hatine bêparkirin û ew nebirine nexweşxaneyê. Gava wan birine jî di rîngê de destên wan kelemçe kirine û li nexweşxaneyê muayeneya bi awayekî kelemçekirî li wan ferz kirine. Paşê gava girtî anîne wan xistine qawîşên karantînayê. Girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin jî bi nêzîkatiyeke wiha re rû bi rû mane. Ji ber vê girtî gava nexweş ketine jî neçûne nexweşxaneyê. Ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev pêkanînên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tê dîtin. Tenê ne di warê tenduristiyê de, di warê xwarin û paqijiyê de jî mafên wan tên astengkirin.    ‘ATK BIRYARÊN SIYASÎ DIDE'   Çîçek bal kişand ser raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku dide girtiyên nexweş û destnîşan kir ku ATK li gor desthilatê van raporan çêdike. Çîçek wiha domand: "Peywirdarên cemaweriyê gava peywira xwe bînin cî divê bi rêz nêzî rûmeta mirovan bibin, lê niha li gor polîtîkaya desthilatê hereket dikin."    ‘DÊ KESÊN SÛCAN DIKIN BÊN CEZAKIRIN'   Çîçek destnîşan kir ku dewlet li girtîgehan berpirsiyariya xwe nayne cî û tolê ji girtiyan distîne. Çîçek anî ziman ku li dijî bêhiqûqîtiyên li girtîgehan divê hemû sazî peywirên xwe bînin cî û got: "Peywirdarên cemaweriyê ên erkdar di sûc de israr dikin. Girtina mirovan nayê wateya desteserkirina hemû mafên wan. Lewma divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cî. Bila berprisiyar ji bîr nekin helbet dê ev roj derbas bibin. Di pêş de kesên bûne sebebê vê binpêkirinê û sûc kirine ji bo bên cezakirin em parastvanên mafên mirovan em ê bitêkoşin. Yên li girtiyan tên ferzkirin ne ne mirovî û hiqûqî ne, sûc in. Lewma em van pêkanînên dijî rûmeta mirovan bi tu awayî qebûl nakin û ji bo vê bang li her kesî dikin."