Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime? 2022-06-22 09:06:53   ENQERE - Di 5'ê Hezîranê de agir bi Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê ketibû. Hat hînbûn ku girtiyên edlî ji bo protestokirina binpêkirina mafan xwe şewitandine. Girtiyan xwest demildest heyetek serdana girtîgehê bike.    Ji Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê Nazim Guler têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek ji Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaşê re şand. Goker di nameya xwe de li ser binpêkirina mafê demrankirinê, rewşa qawîşan, fiyetên kantînê, fatûreyên ceryanê, helwesta gardiyanan, nêzîkbûna qawîşên DAIŞ'iyan û yên girtiyên din, daxwazên ji bo guherandina odeyan û nêzîkatiyên kêfî yên îdareya girtîgehê sekiniye.    LÊGERÎN   Goker di nameya xwe de ragihandiye ku nayên tedawîkirin, wan nabin danişînan û ji zû de ye li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê "lêgerîna li hundirê dev" li wan tê ferzkirin. Goker diyar kiriye ku gava wan dibin danişînan û nexweşxaneyê di bin navê lêgerîna li hundirê dev de tiştên wekî "devê xwe veke, zimanê xwe bilind bike, bide alî, diranên xwe nîşan bide" tê ferzkirin û got, ev tişt bêyî bijîşk hebin li wan tên ferzkirin.    Goker gotiye: "Yanî çûna nexweşxaneyan û dadgehê veguheriye îşkenceyê. Gava em li ber van pêkanînan radibin û xwedî li rûmeta mirovahiyê derdikevin jî em nayên tedawîkirin û me nabin dadgehê. Mafê me yê dermankirinê û çûna danişînan ji holê hatiye rakirin."    ‘EM DI QEFESAN DE TÊN GIRTIN'   Goker destnîşan kiriye ku ew ne di qawîşan di qefesan de ne û got: "Niha ser hewadariyê wekî qefesan hatiye girtin. 6 qafes hene. Tu bingeheke vê ya hiqûqî tune ye, lê dîsa jî me xistine van qefesan."    Goker bi lêv kiriye ku daxwazên wan ên ji bo guherandina odeyê jî bi hincetên kêfî tên redkirin û got, mafê aktivîteyên civakî 10 saet e, lê 15 deqeyan jî sûdê jê nagirin. Goke aniye ziman ku ev pêkanînên bêhiqûqî yên îdareyê bi pêkanînên kêfî yên personelan jî didome û di dema lêgerîna li qawîşan de wan derdixin korîdorê û li vir bi helwestên ku rûmeta mirov binpê dikin re rû bi rû dimînin.    ‘EW Û DAIŞ'Î LI HEMAN KORÎDORÊ NE'   Goker bi lêv kiriye ku li girtîgehê ew û girtiyên DAIŞ'ê di heman korîdorê de ne.    Goker ragihandiye ku li girtîgehên Tîpa F'yê tenê televîzyon, kettle û sarin hene, lê mehê 150 TL heqê ceryanê ji wan tê xwestin û got: "Serê kesekî du nanên somin didin. Vê yekê ji xwe re kirine edet. Her wiha demek berê hat diyarkirin ku li kantînê nanê somin tê firotin û kesên bixwazin dikarin bi 2.5 TL'yan bikin. Ev feraseta bazirganiyê tenê bi nan ne sînorkirî ye, bi vê re qlîteya xwarinê û miqdara wê jî hat kêmkirin. Xwarina ku didin qawîşeke 5 kesî ancax têfika kesekî tije dike. Piştî vê îdareya girtîgehê ragihandibû ku li kantînê xwarinên hazir tên firotin. Mînakên bi vî rengî pir in. Girtîgeh bi mantiqa bazirganiyê tê îdarekirin."    GIRTIYÊN EDLÎ XWE ŞEWITANDIN   Goker destnîşan kiriye ku girtiyên edlî jî ji ber van pêkanînan nerihet in û di nameya xwe de bal kişandiye ser bûyereke raya giştî pênehesiyayî. Goker ragihandiye ku di 5'ê hezîranê de li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê li du odeyên girtiyên edlî dengê "îsyan" derketiye û girtiyan xwe şewitandiye. Goker aniye ziman ku di vê bûyerê de mirî û birîndar çêbûne.   Vê bûyera ku Goker di nameya xwe de behsa wê dike, di 5'ê hezîranê de ji aliyê ajansa me ve hatibû ragihandin.    DIVE HEYETEK DEMILDEST BIÇE   Goker di nameya xwe de diyar kiriye ku ji bo bûyerên bi vî rengî bên afirandin zemînek tê amadekirin û xwest heyetek serdana girtîgehê bike û hevdîtinê bi girtiyên siyasî û edlî re bike.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî van îdiayan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê daye.