Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake 2022-06-22 10:02:11   ÎZMÎR - Rojnameger Încî Hekîmoglu diyar kir ku desthilatdarî ji bo veşartina rastiyan ji ewil rojnamegerên kurd hedef digire û wiha got: “Ji sedî 95’î medyayê di bin kontrola desthilatdariyê de ye lê dîsa jî kesek jê bawer nake.”    Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrişên li dijî derdorên muxalîf hewl dide krîza aborî, siyasî û civakî binixûme. Di vê çarçoveyê de di 8’ê hezîranê de li Amedê 20 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 16 jê hatin girtin. Kamera û wênekeşên di dema serdegirtinan de jî weke alavêm sûc hatin nîşandan. Di heman saetan de her wiha rojnameger Încî Hekîmoglu jî li Îzmîrê hate binçavkirin û piştre hate berdan. Rojnameger Hekîmoglu, têkildarî zextên li ser çapemeniyê û qanûna sansûrê bi ajansa me re axivî.    Rojnameger Hekîmoglu diyar kir ku gelên Tirkiyeyê 24 saetan di bin mobbînga giran û tundiya desthilatdariyê de ye û wiha domand: “Heke ev tiştên travmatîk ku em di nava rojekî de dijîn li welatekî din ê pêşketî qewimîbûna, dê bi salan li ser biaxiviyan. Yek ji berpirsyarên vê rewşa Tirkiyeyê jî muxalefete. Divê em dewleteke hiqûqî û demokratîk tenê bo xwe nexwazin. Divê em xwedî li kesên fikrên me û wan hev nagirin jî derkevin. Heta ev yek nebe, dê muxalefeteke baş jî neyê kirin.”   ‘KES JI WAN BAWER NAKE’   Hekîmoglu, anî ziman ku medyaya muxalîf niha di hedefa desthilatdariyê de ye û wiha pê de çû: “Ji bo çapemeniyê qanûneke nû derdixînin. Bi vê yekê re dixwazin hemû kesên rastiyê vedibêjin bêdeng bikin. Dê hewl bidin bi kanalên xwe gel arasteyî mebesta xwe bikin. Lewma dê rojên pêşiya me li gorî niha hêj girantir bin. Ne tenê bi zexta polîs, qanûn û darazê dê bikin. Îxtîmalekî mezin planên wan ên C, D jî hene. Ji sedî 95’î çapemeniyê di destê desthilatdariyê de ye. Lê bandora wan nîne û kesek jê bawer nake. Bandora çapemeniya muxalîf zêdetir e. Jixwe hemû kes her tiştekî li ser medyaya civakî hîn dibe. Lewma jî rêbazekî wiha ceribandin. Xwestin çapemeniya muxalîf bi giştî kelemçe bikin. Gava ewil jî li Amedê bi girtina rojnamegerên kurd kirin.”    ‘DÊ HESABÊ BIDIN’   Bi domdarî Hekîmoglu anî ziman ku kamera û wênekêşên rojnamegeran weke delîlên sûc hatine nîşandan û wiha bertek nîşan da: “A herî girîng jî ew e ku kesên ji xwe re dibêjin rojnameger ku karmendên qesrê ne jî heman tişt gotin. Bêguman dema ev çerx guherî dê hesaba wê were pirsîn. Ji ber ku hedef nîşan didin, sûcê tehrîkê dikin û lînç dikin. Çêkirina nûçeyan sûc nîne û yên sûc dikin, karmendên qesrê ne.”   BO HEMPÎŞEYÊN XWE SILAV ŞAND   Hekîmoglu bal kişand ser qanûna sansûrê û axaftina xwe wiha qedand: “Bi qanûna sansûrê re desthilatdarî çi bixwaze dê bike. Dê bi hêzên xwe yên pollîs, daraz û milîsan biçin pêşiya televîzyon, rojnameyan. Ji zextên heyî herî zêde dê rojnamegerên kurd bandor bibin. Rojnamegerên kurd bêhiqûqiyên li herêmê dinivîsin. Lewma ji ewil dê bixwazin wan bêdeng bikin. Ji berê vê dizanin ku dê li hemberî van girtinan ji rojaveyê welêt deng dernekeve lewma bi rehetî dikin. Ez hempîşeyên xwe yên hatine girtin silav dikim. Ew bi rastî jî zarokên kevneşopiya Mûsa Anter in.”    MA / Semra Turan - Tolga Guney