Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir 2022-06-22 10:08:26   COLEMÊRG - Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê bandoreke neyînî li ser navenda Colemêrgê û navçeyên wê dike. Ji ber hewayê bitoz, gel zêde ji malên xwe dernakeve û bêbizav dimîne.    Bahoza tozê ya ji paytexta Iraqê Bexdaya tê, bandoreke neyînî li ser navenda Colemêrgê, gund û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên mezin ên tozê, navend û navçeyên Colemêrgê di bin tozê de man û navbera dîtinê gelek kêm bû. Her wiha ewrên tozê, bandoreke neyînî li welatiyan kir û welatî li dijî vê bi derfetên xwe tevdîran digirin. Li Şemzînanê jî navbera dîtinê gelek kêm bû û çiyayên Goman û Efkarê yên li navçeyê ji ber tozê nayên dîtin.