Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast 2022-06-22 10:37:44   AMED - Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku hat girtin tevî hemû gefan jî 15 salan bû dengê jin û zarokan. Alagaş hêjayî “Xelata di Rojnamevaniyê de Wêrekî” wergirtibû. Rojnamevan Arjîn Dîlek Oncel ji bo hevpîşeya xwe Alagaş got: “Safiye her tim bi nûçeyên xwe rika xwe nîşan dida.”    Li Amedê di 8’ê Hezîranê de li dijî rojnamevanên kurd operasyonek hat kirin 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 20 rojnamevan xebatên wan ên rojnamevaniyê wek sûc hat dîtin û 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê vi bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê hezîranê de hatin girtin.    Ev ne zexta ewil bû ku rojnamevanên kurd hatin binçavkirin û girtin. Rojnamevanên hatin girtiin bere hema beje hemû gelek caran hatin binçavkirin û girtin an go derbarê wan de doz hatin vekirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî yek ji van rojnamevanan bû.      XELATA ROJNAMEVANIYA WÊREK WERGIRT    Alagaş di sala 2007’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) dest bi rojnamevaniyê dike. Pişt re jî di ajansa jinan JINHA de dixebite. Piştî ku JINHA bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de hat girtin, li ajansa jinan JINNEWS’ê wek midûra nûçeyan karê xwe berdewam kir. Alagaş a ku endama Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) ye hêjayî xelata rojnamevana îtalyayî Maria Grazia Cutuli ku nûçegihana Corriere della Sera bû, di sala 2011’an de di êrişa El Kaîde ya li Afganistanê de jiyana xwe dest dabû hat dîtin. “Xelata di Rojnamevaniyê de Wêrekî” dabûn Alagaş.    JI DOZÊ BERAET BÛ    Alagaş ji 12 nûçeyên di JINNEWS'ê de hatibûn weşandin bi îdiaya “propaganda rêxistinê ya li pey hev” doz lê hatibû vekirin û di encama darizandinê de 22’ê cotmeha 2019’an hatibû bearetkirin.    HAT GIRTIN    Alagaş herî dawî bi 15 hevalên xwe yê rojnamevanan re li Amedê ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya nûçeyên çêkiribû hat girtin. Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel û nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan qala hevpîşeya xwe Alagaş kirin.    'EM Ê PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEHÊLIN’    Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku 16 rojnamevanên hatin girtin bi awayek neheqî 7 roj in li girtîgehê tên ragirtin û hêceta sereke ya girtina rojnamevanan xebatên wan rojnamevaniyê ye. Oncel anî ziman ku îktidar ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj veşêre, rojnamevanan dide girtin û got: “Dixwazin rojnamevanên ku polîtîkayên wan qirêj eşkere dikin, bêdeng bikin. Lewma jî hevalên me girtin. Ew ê li hundir jî binivisînin û binpêkirinên mafan ên li hefsê ragihînin. Em ê jî li derve pênûsa wan li erdê nehêlin.”    'RIKA XWE RADIXIST BER ÇAVAN’    Oncel diyar kir ku ew bi Alagaş re li bajarê Rihayê xebitî ye û wiha domand: “Ez û Safiye demekê li Rihayê di şert û mercên zehmet de bi hev re xebitîn. Pêvajoya hilbijartinekê bû. Diyar e; di her dema hilbijartinê de zextên îktidarê yên li ser civakê zêde dibin. AKP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve serî li her cure binpêkirina mafan dide. Dema ku em bi hev re dixebitîn, Safiye rojnamegerek ku li ser jin û zarokan radiwestiya û nûçeyên wan çêdikir. Jin li Rihayê dihatin qetilkirin û ji ber ku di malê de dihatin girtin me nizanîbû bi çi re rûbirû dimîne. Safiye li ser vê yekê rika xwe nîşan da. Ew hevalekî me ya pir bi rik bû. Ji bo nûçeyek çeke gelek rêyan diceriband da ku xwe bigihîne jinan. Li wir min dît ku Safiye di warê rojnamegeriyê de dikare çi bike.”    'DENGÊ MALBATA ŞENYAŞAR RAGIHAND’    Oncel anî ziman ku Alagaş di ragihandina qetlîama malbata Şenyaşar de jî bi roleke girîng rabû û wiha axivî: “Beriya hilbijartina 2018’an komkujiyeke ku hemû cîhan behsa wê dikir, pêk hat. Li dijî malbata Şenyaşar komkujî pêk hat. Me bi hev re pêvajoya komkujiyê şopand. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku wekîl, walî û qeymeqam lê bûn, li ber çavên her kesî komkujî pêk hat. Û malbata kuştî hat sûcdarkirin. Malbata Şenyaşar 20 sal in li navçeyê dikandariyê dikin. Tevî ku hemû Pirsûsî dizanibûn ku li wir esnaf hene, malbatek hat sûcdarkirin. Di wê serdemê de Safiye gelek nûçeyên girîng çêkirin. Wê nûçe çêkir da ku raya giştî bizane bêedaletî çawa li malbatê hatiye kirin. Safiye rika xwe nîşan da ku çi bi serê jin, zarok û malbata Şenyaşar re hatiye û nûçeyên ku civakê agahdar kir çêkirin.”    XEMXURA JIN Û ZAROKAN BÛ    Oncel destnîşan kir ku Alagaş ji bo binpêkirinên mafê jinan û zarokan ragihîne û di vê mijarê de çareseriyê li pêş bixe têdikoşiya û wiha got: “Ji ber feraseta feodal a Rihayê pir zehmet bû meriv xwe bigihîne jinan. Lê belê Safiye carna derî bi derî digeriya û dibû mêvana malbatên kurd, ereb, tirk û li çîrokên wan guhdar dikir û dikir nûçe. Her wiha di mijara binpêkirna mafên zarokan de gelek hesas bû. Mixabin li vî welatî yên herî bêparastî zarok û jin in. Di vî warî de Safiye nûçeyên mafparêz çêdikirin. Belkî em demek kin bi hev re xebitîn lê belê hesasiyeta wê, têkiliya wê ya li gel jinan û karûbarê ku dikir û baweriya wê min didît. Dibe ku niha girtî be, lê belê wê li hudnir jî wê hesasiyeta xwe berdewam bike. Ez bawerim wê li wir jî binpêkirinên ku jinên girtî pê re rûbirû dimînin ragihîne. Kêliya ku derkeve jî wê bi heman coş û biryardariyê xebata rojnamevaniyê berdewam bike.”    'DIBÛ DENGÊ JIN Û ZAROKAN’   Nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan jî qala hevpîşeya xwe ya kar kir û wiha behsa wê kir: “Safiye hevalek me pir jîr bû. Ji ber jîrbûna wê em pir pê şanaz bûn. Tecrûbeyek wê ya dûr û dirêj a rojnamevaniyê heye. Alîkariya hemû nûçegihanên ajansê dikir. Hem fêr dikir û hem jî dida nîşandan. Her tim agahiyên nû hîn dibû. Nexweşîna mîgrenê pê re hebû. Dema ku êşa mîgrenê digirtê li gel ku çavê wê tiştekî nedidît jî lê nûçeya di destê xwe de amade dikir û dixebitî. Girîngiyek mezin dida nûçeyên zarok û jinan da ku dengê wan ji civakê re ragihîne. Gelek nûçeyên tacîz, tecawiz, tundiya li jinan û zarokan tê kirin ji raya giştî re ragihand. Bû deng û rengê zarok û jinan. Her çiqas ji ber nûçeyên xwe ji aliyê faîlan ve dihat tehdtîdkirin jî lê belê qet paşve gav nediavêt û li pey nûçeyên xwe disekinî. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin û karê wê yê nîvcomayî berdewam bikin. Em ê karê wê jî û kare xwe jî bikin.”    MA / Eylem Akdag