30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da 2022-06-22 11:25:02   STENBOL - Hamza Denîz ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, îşkenceyeke giran dît û zexteke mezin lê hate kirin. Denîz ê li dijî van li ber xwe da, dest ji pênûsê berneda û 7 pêşenivîsarên pirtûkan nivîsandin wiha got: “Me car caran bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe dida.”   Hamza Denîz (59) ê di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 30 salan di 13’ê gulanê de hate berdan. Denîz ê li Nisêbînê di encama îxbarekê de hatibû binçavkirin, di 30 rojên ku hatibû binçavkirin de bi îşkenceyên cuda re rûbirû ma. Denîz ê pişt re derxistin dadgehê û hate girtin, şandin Girtîgeha Mêrdînê. Denîz ê demekê li vir hate girtin pişt re sewqî Girtîgehên Xarpêt, Semsûr û pişt re jî bi darê zorê sewqî Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê hate kirin.    Di salên 1994 û 1996’an de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê di encama êrişa cenderme û gardiyanan 4 hevalên Denîz ên girtî hatin kuştin. Denîz ê di girtîgehê de gelek îşkence lê hatin kirin di sala 1996’an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn. Piştî cezayê lê hate birîn, Denîz sewqî Girtîgehên Bartin, Kandira, Sêrt û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an hate kirin. Denîz ê di girtîgehê de qet dest ji pênûsê xwe berneda pêşenivîsarên 2 pirtûkên helbest, 2 çîrok û 3 romanan amade kirin. Denîz ê demekî dirêj li Girtîgeha Bandirmayê hate ragirtin, di 13’ê Gulanê de hate berdan. Malbat û xizmên Denîz ew li pêş girtîgehê pêşwazî kirin. Denîz, dema hate berdan, kevokeke spî firand. Denîz, difikire ku pêşenivîsarên ku nivîsîne rast bike û biweşîne. Em bi Denîz re têkildarî girtina wî ya 30 salan axivîn.      ‘HÊJ JÎ DI HIŞÊ MIN DE NE’   Denîz, bi lêv kir ku di dema ku di girtîgehê de ma bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû ma û bû şahidê wan û anî ziman ku asta van binpêkirinan li gorî salan dihate guhertin. Denîz, diyar kir ku dema di girtîgeha Amedê de diman bi êrişên fîzîkî û psîkolojîk re rûbirû diman, li dijî van êrişan têdikoşiyan û wiha got: “Mekanîzmayeke me ya parastinê jî hebû. Li gorî me exlakê me, wijdana me û çanda me ku em li dor dihatin ba hev hebû. Di du êrişên cuda yên li Hejmara 5’an de 4 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn. Pişt re gelek sirgun çêbûn. Ez ê van qet ji bîr nekim û îro hêj jî di hişê min de ne.”   ‘HER TIM LI QAWIŞAN DIGERIYAN’   Denîz, bi lêv kir ku êrişên li wan dihatin kirin li dijî hiqûq û exlaqê bû û wiha berdewam kir: “Hêj di hişê min de ye. Rêveberên girtîgehê û kesên li wir xwe weke dewletê penase dikirin. Baskekî wan jî weke ku te biparêze tevdigeriya. Ev tam jî nîşaneya kevneşopiya îttîhatiyan bû. Min dîroka wan jî gelek xwend her tim di pêş de rûyekî wan ê masûmane heye. Lê min li pişt vî rûyê masûmane rûyekî reş dît. Ev ji me re bûn tecrûbe. Di dema ez di girtîgehê de mam her tim li qawişan digeriyan. Mînak careke di nav xwarinê de beqlawe derketibû. Li wir min ji hevalan re gotibû ev ne tişteke xêrê ye, cilên xwe yên stûr li xwe bikin. Bi rastî jî ne tişteke xêrê bû. Pişt re bi hinceta lêgerîna qawişê bi copan hatin.”   Denîz, destnîşan kir ku di lêgerînên qawişan de her tim tiştek dikir hincet û mekanîzmaya êrişê dixistin dewrê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez qet ji bîr nakim, carekê ji bo lêgerîna qawişê hatin malê. Di wê kêliyê de hevalekî ku serê xwe şûştibû lîfikê xwe avêtibû ser têlê. Rengê lîfikî zer bû. Lîf û cilên me yên bi rengên kesk û sor anîn û gotin ‘Hûn van tînin cem hev û pîrozbahiyan dikin. Ev rengên we û welatê we ne’. Di lîfikekê de jî al didît.”    ‘EV POLÎTÎKAYEK E’   Denîz ê da zanîn ku gardiyanan di çarçoveya polîtîkayekê de gelek pirsgirêk derdixistin, anî ziman ku rojname û kovarên ku dianîn jî bi hinceta “perwerdehiyê” paş ve digirtin û wiha pê de çû: “Gardiyanan, difikirîn ku ‘hazir di destê me de ne, tiştên em li wan bikin bikin’. Em girtiyên siyasî ne, perwerde didin û dibînin. Ji me re digotin ‘hûn dixwînin û birêxistin dibin’. Ji xwe ji ber em bi rêxistin bûn em li wir bûn. Îdareya girtîgehê, midûr, gardiyan û karmendên wê weke robotan dixebitîn. Ez dixwazim bêjim ev polîtîkayek e. Bi vê polîtîkayê dixwestin peyamê bidin mirovên li derve jî. Li gorî min dixwestin bibêjin ‘Em van bêrûmet bikin, bila kesên li der ve jî bitirsin. Naxwazin gelê kurd birêxistin bibe, bibe xwedî fikirek û daxwazên wan tune bin. Dixwazin kurd xwe înkar bike.”   ‘JIYAN BÛ ÇÎROK’   Denîz ê demê di girtîgehê de weke ‘emrekê’ penase kir, bi lêv kir ku gelek tişt li vî emrî zêde kir û deyndar e. Denîz, diyar kir ku dema hate girtin xwe di aliyê xwendin û nivîsînê de kêm didît lê bi demê re pênûsê zêdetir bi bandor bikaranî û got: “Di nava salan de min meqale, çîrok, helbest û roman nivîsandin. Çîrokan giyan da min. Divê ji ber vê yekê bi awayekî hêsan nêzîkî çîrokan dibin. Min çîrokên xwe bi taybetî li ser jiyanê avakirin. Min tiştên ku li derve û li hundir bi serê me dihat bi zimanê edebî nivîsandin.”   ÇÎROKA DU ÇÛKAN    Denîz, qala tiştên di çîrokên xwe de behsa wan dike kir û da zanîn ku li ser du bilbilên li girtîgehê jî çîrokek nivîsandiye. Bi domdarî Denîz ev tişt anî ziman: “Du çûkên bi navên Rindê û Rindo yên hevalekî hebûn. Çar têjikên Rindê hebûn.  Lê di wê navberê de Rindo qet jê re nedibû alîkar. Hemû barê xwe li ser pişta Rindê hiştibû. Her tim Rindê av û xwarina wan dida. Min dît ku piştî têjik mezin bûyîn, Rindo dîsa xwe nêzî Rindê kir. Lê belê Rindê pir hişk tevdigeriya û Rindo ji wir dehf kir. Vê yekê bala min gelek kişandibû û min xwest bi hevalan re biaxivim. Di nîqaşan de me ferq kir ku li holê neheqiyek heye. Min got ku ev yek girêdana xwe bi têkiliya di navbera jin û zilam de heye. Li ser vê yekê jî min çîrokeke ji 7 rûpelan pêk tê nivîsand. Min di çîrokê de bal kişand ser têkoşîna du çûkan a pêkvejiyanê. Min got ku divê zilam rexnedayîna xwe bide. Ev têkoşîn, rêgeza me jî ye. Heta di navbera du çûkan de jî têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk heye.”    ‘ME BI VEGOTINA XEWNÊN XWE LI BER XWE DA’   Bi domdarî Denîz diyar kir ku wî her wiha du helbest û 3 romanên bi kurdî jî nivîsandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin li girtîgehê me ji civakê qut bikin. Em jî li dijî vê bi rêbazên cuda têkoşiyan. Me xewn û xeyalên xwe ji hev re digotin û bi vî awayî li ber xwe dida. Çavkaniya mirûzê me ev bû. Ev yek, berxwedan bû. Keda ku me li girtîgehan dida vala neçû. Gelek hewl dan ku me li girtîgehê îzole bikin û ji civakê qut bikin lê belê bi ser neketin û dê bi ser nekevin jî. Nekarîn kenê li ser lêvên hevalên me kêm bikin. Jiyana me berxwedan bû. Girtîgeh ji xwe bi vî awayî tên zanîn. Berxwedana li girtîgehan bo me bû rê û hem jî bûn meşvanên wê rêyê.”    SEDEMA TÊKOŞÎNÊ    Di berdewamê de Denîz destnîşan kir ku ew tenê ji bo gelê kurd ne têdikoşiyan û ev tişt anî ziman: “Tenê li Nisêbînê civak bi 4 zimanan diaxive. Em gelên Mezopotamyayê ne. Hebûna me dihat înkarkirin û li dijî vê gelek pêşeng derketin. Em jî li dijî vê înkarê derketin. Em mirov in û têkoşîna me ji bo mirovahiyê ye. Me tu zorî li kesekî nekiriye û ji malê kesekî nexwariye. Me dest nedaniye ser xaka tu kesekî lê belê nikarin li ser xaka xwe bi çanda xwe bijîn. Nikarin biçin nava bax û baxçeyên xwe. Em nikarin di nava rojê de bi dilrehetî li kolanên xwe bigerin. Her tim li ser serê me ewrên reş hene. Lewma me dest bi vê têkoşînê kir. Anku ev têkoşîn ji ber xwe ve derneket.”    ‘PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE’   Denîz, bi lêv kir ku têkoşîna wan ji bo wan bû nefesek û wiha got: “Têkoşîn, ne tenê berpirsyariya kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Tiştên diqewimin, pirsgirêkeke civakî ye û divê hemû kes bi vî awayî nêz bibe. Têkoşîneke ji bo demokratîkbûna civak û Mezopotamyayê ye. Bi sedan sala ye li herêmê tevgerên dagirkeriyê heye. Gelek împaratoran hespên xwe li ser vê xakê ajotin. Li gorî xwe feth kirin. Civak serûbin hatiye kirin. Mezopotamya bûye sifreya guran. Gelê kurd li dijî hev kirine dijmin. Ji Împaratoriya Med’an heta niha hem li ser gelê kurd û hem jî li ser gelên din lîstik hene. Ji hêla ruh, fikr û fîzîkî ve rastî êrişan tên. Weke mînak; di demên berê de bejna mirovên me dirêj bû. Dema em niha lê dinêrin dibînin ku bejna wan kin bûye. Li gorî min ev mijar têkiliya xwe bi van êrişan re heye. Dagirkeriya herî mezin ne li ser deşt, çiya û bajara ye lê di mejî de tê kirin.”    DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME   Denîz, anî ziman ku gelê kurd li dijî êrişên dijwar ên dewletê berxwedaneke mezin didin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê êrişên dewletê bêencam in û dê encamek jê dernekeve jî. Rêya çareseriyê, guftûgo ye. Her wiha ez wê pêvajoya di girtîgehê de bo xwe nakim pirsgirêk. Lewma tu carî xemgîn nabim. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim.”    MA / Mehmet Aslan