Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn 2022-06-22 15:25:11   ENQERE – PSAKD ji bo bîranîna Qetlîama Madimak banga beşdariyê kir û got: “Ne 29 sal, 29 sedsal jî derbas bibe, em ê Qetlîama Madimakê û sûcên mirovahiyê yên din ku hatine kirin ji bîr nekin.”    Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD), têkildarî bernameya bîranîna salvegera 29’emîn a Qetlîama Madimakê ku di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwazê 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendan jiyana xwe ji dest dabûn, li Yekitiya Mulkiyelîler civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên qurbaniyên qetlîamê, nûnerên rêxistinên elewiyan, parêzerên doza qetlîamê, nûnerên rêxistinên girseya demokratik, rêveberên HDP’a Enqereyê û Parlamenterê yê Antalyayê Kemal Bulbul tev li civînê bûn.    Beriya civîn dest pê bike, ji bo qurbaniyan rê hat girtin û raboriya wan hat xwendin.    ‘CIVAKÊ XISTINE NAVA DU BENDIYÊ’    Sekreterê Giştî yê PSAKD’ê Îsmaîl Ateş di civînê de axivî û diyar kir ku civak ber bi du bendiyê ve tê birin û wiha got: “Di pirsgirêka kurd de ne demokratîkbûyînê, bi polîtîkayên şer tê berdewamkirin. Li aliyekî şaredarên bijartî, hevserokên giştî, parlamenter ji wezîfeyê tên girtin û diavêjin hefsan, li aliyekî jî malbat êşên bêpênase kişandine. Zarokên hatin qetilkirin di sarincan de hatin veşartin. Cenazeyê dayika Taybet bi rojan li kolanê hat hiştin. Li Enqereyê ji bo êrişa li ser cenazeye dayika Aysel Tugluk li çepikan hat xistin.”    NE 29 SAL, 29 SEDSAL JÎ DERBAS BIBE…    Atêş daxwazên civaka elewî rêz kirin û destnîşan kir ku divê Madimak bibe Muzeya Şermê û wiha got: “Hemû îktidaran di polîtîkayên zext, girtin, înkar û asîmîlasyonê de her cure rêbaz bikar anîn. Tenê rêyek nehatiye ceribandin heye, ew jî aştî ye. Em ê saltanata desthilatdaran hilweşînin. Em ê teqez hesabê qetlîaman bipirsin. Ji bo em vî welatî û dinyayê xweş bikin, di deste me mirovan de ye. Em ê vê rastiyê li her cihî û her qadê biqîrin. “Ne 29 sal, 29 sedsal jî derbas bibe, em ê Qetlîama Madimakê û sûcên mirovahiyê yên din ku hatine kirin ji bîr nekin.”   Ateş ji bo bernameya bîranînê banga beşdariyê li her terefî kir û xwest her kes bi hev re têbikoşin û qurbaniyên Madimakê bi bîr bînin.