Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin 2022-06-22 16:54:41   ENQERE - Di Doza Komkujiya Madimakê ya derheqê sê bersûcên fîrarî de hatiye destpêkirin, ji xizmên qurbaniyan Huseyîn Karababa xwest ku şandeya dadgehê biguhere lê belê ev daxwaza wî hate redkirin.   Danişîna 28’an a Doza Komkujiya Madimakê ya derheqê sê bersûcên fîrarî de hatiye destpêkirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Di danişînê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên elewiyan, rêveberên HDP’a Enqereyê, parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul, parlamenterên CHP’ê Yildirim Kaya û Aylîn Nazliaka, rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê, çavdêrên ji Konsolosxaneya Hollandayê û gelek welatî amade bûn.    Di danişînê de ji ewil yek ji xizmên qurbaniyan Huseyîn Karababa axivî. Karababa, diyar kir ku ev 29 sal in tên dadgehan û diçin û wiha got: “Ger gotin di cih de muameleya sûcdaran li me kirin. Yek bersûc jî baş nehat darizandin. Me xwest şahid bên guhdarîkirin lê ev daxwaz red kirin. Yek daxwaza me nehat qebûlkirin. Lewma ez şandeya we red dikim û daxwaza guherandina şandeyê dikim. Bi vê dadgehê edalet pêk nayê.”    Piştre jî parêzer Ozgur Pîroglu axivî û wî jî daxwaza guherandina şandeya dadgehê kir.    ‘BILA BERSÛCÊN FIRAR BÊN GIRTIN’    Pişt re parêzer Husniye Şîmşek axivî û destnîşan kir ku 29 sal bi ser qetlîamê re derbas bû û berpirsên siyasî wek şahid nehatine guhdarîkirin û hemû daxwazên wan hatin redkirin. Şîmşek got ew dixwazin bersûcên firar bên girtin.    ‘DEMBORÎN NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Pişt re parêzer Şenal Sarûhan beyanên xwe eşkere kir û diyar kir ku berê li gel ku bersûcên firar hatin girtin jî lê piştre hatin berdan û got: “Sûcek li dijî mirovan hat kirin. Nabe ku ev doza girîng bi demborînê re rûbirû bê hiştin. Em dixwazin ku derbarê bersûcan de bultena sor bê derxistin.”    Parêzer Alî Yilmaz jî xwest bersûc bên girtin û ew dixwazin daxwazên wan pêk werin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê piştî beyanan biryara xwe eşkere kir.  Şandeya dadgehê xwest derbarê bersûcên ku tê xwestin bên girtin lêkolîn bê kirin û biryara daxwaza guherandina şandeya dadgehê red kir û danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.