Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya 2022-06-23 11:57:24   ENQERE - Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê pêk tê ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz civiya.    Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tên, bi mebesta rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz civiya. Ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz 5 fezleke hatine amadekirin. Serokatiya komîsyona jî Serokê Komîsyona Makeqanûnê Yûsûf Beyazit ê AKP’î dike.    Di komîsyonê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Komîsyona Edaletê Mehmet Rûştû Tiryakî, Zuleyha Gulum û Abdullah Koç û parlamenter Erdal Aydemîr û Pero Dundar jî amade bûn. Serokwekîlê Koma MHP’ê Muhammet Levent Bulbul jî beşdar bû.    Di destpêka komîsyonê de parlamenterên HDP’ê daxwaza nîqaşa usûlê kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koö di dema hevdîtinên komîsyonê de derheqê nîqaşa usûlê de wiha got: “Li gorî xala 63’yan a Rêziknameya Hundirîn di dosyayan de mijarên ne di dosyayên lêpirsînan de hene û bi sedema ku parlamenterên HDP’ê krîmînalîze dike, em dixwazin nîqaşa usûlê bê destpêkirin.”    BILA PAŞVE BÊ ŞANDIN   Serokê komîsyonê Beyazit nîqaşa usûlê da destpêkirin. Piştre jî Koç mafê axaftinê girt û da zanîn ku tevahiya îdiayên di fezlekeyan de hatine kirin li gorî biryarên DMME û AYM’ê sûc nînin. Bi domdarî Koç ev tişt anî ziman: “Biryarên DMME’yê hene ku dibêje daxwaza bikaranîna mafê civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin. Her wiha biryarên binpêkirinê yên AYM’ê hene. Di fezlekeyan de mafê civîn û xwepêşandanan weke sûc hatiye nîşandan û ev yek li dijî Makeqanûnê ye. Divê ev dosya paşve bên kişandin.”   Komîsyon bi nîqaşên ser usûlê berdewam dike.   Fezlekeyên ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Aydenîz, bi hinceta muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Xwepêşandan û li ber rabûna polîsan hatine amadekirin. Dê Oluç di komîsyonê de derheqê hewldana rakirina parêzbendiya Aydenîz de biaxive.    DÊ KOMÎSYONA AMADEKARIYÊ BÊ AVAKIRIN    Piştî hevdîtinên di komîsyonê de dê Komîsyona Amadekariyê bê avakirin. Piştre jî dê derheqê rakirin an jî nerakirina parêzbendiya Aydenîz de rapor bê amadekirin û ji Komîsyona Têkel re bê şandin. Aydenîz divê di nava 7 rojan de li Komîsyona Amadekar parastina xwe bi devkî yan jî nivîskî bike. Aydenîz bi xwe jî dikare parastina xwe bike û dikare parlamenterekî jî ji bo parastina xwe peywirdar bike.