‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’ 2022-06-23 13:10:35   RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa bal kişand ser betlaneya dadî û wiha got: “Em sala dadî digirin. Lê belê hêj deynê xwe yê edaletê yê malbata Şenyaşar nedayî tê girtin. Divê dadger û dozger dawiyekî li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 472’yan de berdewam dike. Ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, bi hinceta ku “heqaret” li Yildiz ê AKP’î kiriye doz hatibû vekirin û ji ber ku bo îfadeyê çûbû Edliyeya Pirsûsê, nekarî îro beşdarî nobetê bibe. Doz, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî a ya Enqereyê ve hatibû vekirin û ferman hatibû dayîn ku Şenyaşar îfade bide. Bi heman îdiayê derheqê Emîne Şenyaşar de heta niha 16 lêpirsînên cuda û 5 doz hatine vekirin. Ferît Şenyaşar, nobeta xwe li ser dereskeyên Edliyeya Rihayê da destpêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa hate serdana malbatê.      Vefa, di çalakiyê de bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û wiha got: “Malbata Şenyaşar ev 472 roj in li pêşiya edliyeyê rûdinin. Weke parêzer her cara ku em diçin ser karên xwe rastî vê malbatê tên. Her cara ku em derbas dibin jî dilê me dişewite. Li gel ku ji hêla qanûnî ve tişta ji destê me tê em dikin jî, pêkneanîna edaletê bandoreke giran li me dike. Divê dozger û dadgerên li vê Edliyeyê jî di ferqa vê rastiyê de bin. Ev kes 472 roj in ji bo edaletê li vê derê rûdinin. Dozger jî her roj ji vir re derbas dibe û malbatê dibîne. Êdî dawiyekî li vê zilm û bêedaletiyê bînin.”    ‘DI CEZAKIRINA MALBATA ŞENYAŞAR DE EDALET BAŞ DIXEBITE’   Bi domdarî Vefa da zanîn ku ji mehekî kêmtir ma ye ku xebatkarên darazê bikevin betlaneya salane û wiha domand: “Biryarnameya dadger û dozgeran derket. Tayînên nû hatin kirin. Ji 472 roj berê heta niha gelek dadger û dozger guherîn. Em vê sala dadî jî digirin lê belê bêyî ku deynê xwe yê edaletê yê malbata Şenyaşar bidin em vê salê digirin. Hêj daxwazên dadî û mafdar ên Emîne Şenyaşar nehatine cih em vê salê digirin. Emîne Şenyaşar ji ber gotinên xwe yên li pêşiya edliyeyê tê darizandin. Di çarçoveya fermanê de jî li Pirsûsê vexwendin îfadeyê. Di demekî ku hemû kes li benda edaletê de dayikeke ku ji dilşewatiya xwe hinek gotin kirine tê darizandin. Edalet di vê mijarê de pir baş dixebite.”    ‘BILA EDALET PÊK BÊ’    Di berdewamê de Vefa ev tişt anî ziman: “Ji ber gotinên di dema nobetê heta niha gelek doz derheqê Emîne Şenyaşar de hatine vekirin. Dozên derheqê Şenyaşar de zû tên vekirin û ceza tên dayîn. Lê belê di dosyaya lêpirsînê ya derheqê qetilkirina 3 kesan de pêşketinek çênabe. Ji bo rûmetiyê hinek tiştan dikin lê lêpirsîneke adilane nayê kirin. Ev mirov ji bo ku ev dosya bi awayekî adilane bê dîtin li vir rûdinin. Em dixwazin ku Emîne Şenyaşar êdî li mala xwe bi awayekî aram jiyana xwe bidomîne. Jineke pîr her roj li ber tavê rûdine. Ev yek ne tenê aliyê hiqûqî lê yê însanî jî radixe ber çavan. Bila êdî edalet pêk bê û ev mirov jî çalakiya xwe bi dawî bikin.”   Vefa, heta demekî li cem malbatê ma û piştre jî çû.    ‘EW DAYIKEKE’   Malbatê têkildarî mijarê li hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ew dayikeke. Hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurekî wê ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Kurekî wê jî li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Dayik îro li Edliyeya Pirsûsê weke bersûc tê darizandin. Mexdûr: parlamenter Yildiz.”